Heyeta Kantona Efrînê bi rayedarên PE re hevdîtin kirin
Heyeta Kantona Efrînê bi rayedarên PE re hevdîtin kirin
Heyeta Kantona Efrînê bi rayedarên PE re hevdîtin kirin
Heyetek ji Kantona Efrînê, li Parlamenta Ewropayê (PE) bi rayedarên payebilind re hevdîtin kir.
Heyetek ji Kantona Efrînê, li Parlamenta Ewropayê hin rêze hevdîtinên dîplomatîk kir. Heyeta bi serokatiya Serokwezîra Kantona Efrînê Hêvî Mûstafa, ku Wezîrê Karên Derve Suleyman Cafer, Alîkarê Wezîrê Karên Derve Cîhan Mûhammed û Endamê Komîteya Rêveber a PYD'ê li Ewropayê Îbrahîm Îbrahîm cih digrt, li gel nûnerê HDP'ê yê li Parlamenta Ewropayê Fayik Yagizay dest bi hevdîtinan kir.
Heyeta Kantona Efrînê, tevî Serokê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Ewropayê Elmar Brok, Serokê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê, Desteya Şêwirmendiya Serokê PYE, Hevseroka Koma Keskan a PE Rebecca Harms, bi gelek rayedaran hevdîtin kir.
Heyetê ji nûnerên PE re xeteriya çeteyên DAIŞ û Cephet El Nûsra ya ji bo herêmê û tevahiya mirovahiyê vegot. Heyetê her wiha behsa bandora ambargoya li ser Efrînê, modela wan a xweseriya demokratîk û xeteriya ew pê re rû bi rû ne kir û bendewariya xwe ya ji Ewropayê re anî ziman.
Di daxuyaniya li ser navê heyetê hat dayîn de hat ragihandin ku di hevdîtinan de ew bi eleqeyeke mezin hatine pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinên li PE heyetê duh êvarê li Navenda Çanda Mezopotamyayê bi Kurdistaniyan re civînek lidar xist.
Hat ragihandin ku hevdîtinên heyeta Kantona Efrînê wê dewam bike.