Heyeta ÎHD Û FÎDH li ser sînorê Rojava ye
Heyeta ÎHD Û FÎDH li ser sînorê Rojava ye
Heyeta ÎHD Û FÎDH li ser sînorê Rojava ye
Heyetek ji ÎHD û FÎDH'ê, ji bo mijara girtina deriyên sînor û ambargoya li hemberî Rojavayê Kurdistanê lêkolîn bike, li ser 'sînor' e. Heyet dê der heqê lêkolîna xwe ya sê rojan de raporekê amade û aşkera bike.
Heyeta mafên mirovan a ji Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Serdar Çelebî, Nûnerê ÎHD'ê yê Herêma Rojhilat û Başûrrojhilat Şevket Akdemîr, Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Sevîm Salîhoglû, Serokê Rêxistina ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî û Alîkarê Serokê Giştî yê Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) Yûsûf Alataş, li Deriyê Sînor ê Nisêbînê û Deriyê Sînor ê Nû yê Nisêbînê lêkolîn kirin.
Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan li dû lêkolînan li Deriyê Sînor ê Nû daxuyaniyek da û diyar kir ku heyetê 3 rojan li ser sînor lêkolînan pêk bîne û nêrînên rêxistinên pişeyî û rêxsitinên civakî yên sivîl werbigire.
Turkdogan ragihand ku ewê piştî lêkolînên xwe yên 3 rojan roja Duşemê li Dîlokê bi Waliyê ji kampên penaberan re berpirsyar re hevdîtinekê pêk bînin.