Heyeta ÎHD’ê li Serêkaniyê lêkolîn kir
Heyeta ÎHD’ê li Serêkaniyê lêkolîn kir
Heyeta ÎHD’ê li Serêkaniyê lêkolîn kir
Heyetek ji Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya şaxên Amed û Rihayê ji bo li Serêkaniyê ya Rojava lêkolînan bike çûn Serêkaniyê. Heyetê di encama lêkolîna xwe de rapora ku amade bike dê di rojên pêş de pêşkêşî rayagiştî bike.
Fikara gelê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ku yekser di bin bandora şer êli Sêkaniya Rojava ku di navbera hêzên YPG û El Nusra pêk tên dibe, didome.
Heyetek ji ÎHD’ê hat avakirin û li Serêkaniyê lêkolîn kir. Cigirê serokê giştî yê ÎHD’ê parêzer Serdar Çelebî, serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî, serokê ÎHD’a Rihayê Cemal Babaoglu û nûnerê Amedê parêzer Muhterm Suren jî di heyetê de du li Serêkaniyê lêkolîn kirin.
Heyeta xwest geşedanên li Rojava pêk tên û bandora pevçûnan li ser Serêkaniyê lêkolîn bike di çarçoveya xebatên xwe de bi şaredarê Serêkaniyê Îsmaîl Arslan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, keya û welatiyan re hevdîtin kir. Hinceta ku Qeymeqam li cihê xwe tuneye hevdîtin nehat kirin û AKP’a navçeyê jî randewu nebersivand.
Heyeta ÎHD’ê li Mala Mamosteyan ku di pevçûnan de bû hedefa guleyan lêkolîn kir.
Racî Bilîcî da zanîn li Serêkaniyê ji ber pevçûnan ev demeke dirêje zehmetiyên mezin tên kişandin û got wan xwestiye van zor û zehmetiya lêkolîn bikin. Bîlîcî da zanîn ku ji ber deriyê sînor girtiye tu alîkarî nekarin bidin Serêkaniyê û ev jî pirsgirêkek mezine. Bîlîcî destnîşan kir ku piştî lêkolînên xwe dê rapora xwe pêşkêşî rayagiştî û merciyên têkildar bikin.