Heyeta HEDEP'ê li Defneyê bi jinên mexdûrên erdhejê re civiya
Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari li navçeya Defneyê bi mexdûrên erdhejê re civiya û peyama piştgiriyê da.
Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari li navçeya Defneyê bi mexdûrên erdhejê re civiya û peyama piştgiriyê da.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullarî li Hatayê di çarçoveya bernameya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê bi jinên mexdûrên erdhejê re hevdîtinek pêk anî.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sultan Ozcan, Parlamenterên HEDEP'ê Sevîlay Çelenk û Perîhan Koca û jinên endamên partiyê di vê seredanê de cî girtin.
Heyet pêşiyê seredana jinên li Taxa Ballîoz a navçeya Defne ya Hatayê kir û guhdariya pirsgirêkên mexdûrên erdhejê kir.
Tulay Hatîmogullarîyê got ku hejmara ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve ya kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve kirine ne rast e. Hatîmogullarîyê dîyar kir ku hejmara mexdûr û mirîyan zêdetir e.
Tulay Hatîmogullarîyê ji bo mexdûrên erdhejê neyên jibîrkirin bang li her kesî kir û got: "Eger em bên jibîrkirin dê birînên me hîn mezintir bibin. Ji ber wê yekê em dê dengê xwe bilind bikin ku em xwe nedin jibîrkirin, lê ji kerema xwe hûn jî wisa bikin. Hûn jî qet bêdeng nemînin. Dengê xwe tim bilind bikin. Çimkî çareyeka me ya din tune ye. Em dê bi hev re vê birînê bipêçin." Heyet piştre ji bo li navçeya Samandagê bi jinan re hevdîtineke din pêk bîne, bi rê ket.