Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê: Hevdîtinên Îmraliyê wê ji nû ve destpê bikin
Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê: Hevdîtinên Îmraliyê wê ji nû ve destpê bikin
Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê: Hevdîtinên Îmraliyê wê ji nû ve destpê bikin
Heyeta Îmraliyê ya ji Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, da xuyakirin ku di hin nuqteyan de wan bi desteya çareseriyê ya hikûmetê re li hev kirine û hevdîtinên li Îmraliyê wê dewam bikin.
Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê têkîldarî pêvajoya çareseriyê ya ku xetimîbû daxuyaniyek kritîk da. Daxuyanî li Salona Civînê ya Rêveberiya Komê ya li Meclîsê hat dayîn û ji aliyê Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan ve hate xwendin. Bûldan merhaleya pêvajoya çareseriyê tê de ye û wekî heyet hêviyên xwe wiha anî ziman: "Me hefteyeke nirxandin daxuyaniyên hikûmetê yên têkîldarî pêvajoyê ji nêz ve şopand. Hem jî ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re di demeke kin de pêk bê daxwaza xwe gelek caran bi bîr xist. Piştî civîna Desteya Wezîran a roja borî hate lidarxistin ji ber nirxandinên Berdevkê Hikûmetê yê birêz me careke din pêdivî pê dît ku mijarê bi raya giştî re parve bikin."
Bûldan destnîşan kir ku serlêdan û sekna wan ji bo berdewamkirina pêvajoyê nîşandana samimiyet û îradeyê ye û wiha berdewam kir: "Beriya her tiştî em wekî heyeta HDP'ê ya Îmraliyê serlêdana me ya Wezareta Edaletê, beyana îradeya samîmî ku heta niha partiya me û şandeya me di pêvaojya aştî û çareseriya demokratîk de rola dîrokî ku lîstiye nîşan dide. Tevî astengî û aloziyê nîşan dide ku ji bo pêvajoyê bidome biryarbûna me nîşan dide. Daxwaza me ya hevdîtinê di bin hemû şert û mercan de ji bo kanalên muzakereyê vekirî be parçeyekî xebat û hewldanên me ye. Ev baweriya me ya ji bo mafê aştiyê berpirsyariya me ye. Ji ber ku astengkirina çûyîna heyeta me Girava Îmraliyê dê bê wateya pêvajoya diyalogê ya bi Birêz Ocalan re hatiye destpêkirin bi dawî bûye û ev jî wê bi xwe re encameke neyênî ya pêvajoya bi dawî bûye derxîne holê. Ji bo ku em pêşiya vê yekê bigirin weke heyet ji bo vê rê venekin deklere kir ku ji bo rola xwe bilîzin amade ne. Lê ev helwdana me ya heta dawî samîmî ye, wisa tê fêmkirin ku ji aliyê hikûmet û rayedarên hikûmetê ve baş nayê fêmkirin. Ji ber berpirsyariya heyeta me û israra ji bo aştiyê bersiva ku hikûmetê daye heyet û partiya me tehdîtkirin, mudaxale û neçareserî ye. Hem zimanê neçareseriyê yê tê bikaranîn, hem jî nêzîkatiya xemsar a hikûmetê ji bo pêvajoya çareseriyê ya ku her saniyeya wî jî girîng e dihêle ku dem bê hebakirin. Tişta ku divê bê kirin ew e ku; kanalên diyalogê yên xitimînê bên vekirin ji bo mekanîzmayên muzakereyê bêyî ku dem bê windakirin gav bên avêtin. Divê di vê pêvajoyê de nêzîkatiyên ku tê xwestin li ser partî û heyeta me tahekumê nîşan bide, dev ji gotinên bi vî rengî bê berdan.
'BIRYARBÛNA ME DIDOME'
Herî zêde jî rayedarên hikûmet û dewletê dizanin ku; partiya me û şandeya me ji bo aştiyê welatekî tam demokratîk biryarbûna me ya dîrokî heta dawî bi nêzîkatiyeke avakar tevgeriyaye. Ev biryarbûna me çawa heta îro berdewam kir îro şûnde jî wê bi heman cidîbûn û berpirsyariyê bidome. Bi nîqaşeke şaş ve gihiştina encameke rast nepêkan e. Nîqaşa şaş; pêkanîna nîzama cemaweriyê avêtina stûyê partiya me û ji şîdet û pevçûnan wekî ku HDP berpirsar e nîşan dide ye, feraseteke wisa dixwaze biafirîne. Rastiyeke dîrokî ye ku li welatekî heke mafên demokratîk di bin tehdît û astengkirinê de be, daxwazên mafan tên krîmînalîzekirin li wir ne cemawerî dimîne ne jî nîzam.
'PÊKHATİNA CEMAWERIYÊ GIRÊDAYÎ AŞTIYÊ YE'
Ji ber vê yekê rêya yekane ya ku rewşa pevçûnan ji holê rake û rêk û pêkbûna cemaweriyê pêk bîne; li vî welatî avakirina bingeha aştiyê pêkanîna rêkûpêkbûna demokrasiya tam e. Di vê nuqteyê de berpirsyarî û peywir dikeve ser milê saziya siyasetê û partiyên siyasî. Di vê gava ku geşedan ber bi pevçûnan ve diçe de tiştên ku werin kirin; ne ku ambargoyê deynin ser hevdîtinan, berevajî vê yekê divê hevdîtin zêdetir bibin, çawaniya wê bê kûrkirin û hemû saziyên demokratîk têxin nava vê mekanîzmeyê. Divê were teqdîrkirin ku; di rêkûpêkbûna cemaweriyê de pirsgirêk tune be û nekevin nava helwesta pevçûnê wê gavê bingeha demokratîk bi rêk û pêk dimeşe. Armanca pêvajoya çareseriyê jî ev bi xwe ye û di rojên pêvçûnê de herî zêde hewceyî bi mekanîzmeya muzakere û diyalogê heye. Ji roja ku pêvajoya bêçalakiyê destpê kiriye heta niha hem keda me ya di pêvajoyê de, hem jî vîna ku ji bo mayîndebûna wê me nîşan daye û di vê mijarê de helwest û berpirsyariya me nîşan daye ji aliyê gel ve temînata me ya demokratîkbûna mezin e.
‘DIVÊ ŞERT Û MERC BÊN AFIRANDIN'
Rayedarên hikûmetê divê hemû meseleyê tenê bi hevdîtinên Îmraliyê ve girênede û ji vê yekê dûr bikeve. Ya rast; bi destpêkirina hevdîtinan re ji bo birêz Ocalan bi rehetî rola xwe ya dîrokî pêk bîne divê şert û merc bên sererastkirin.
'HELWESTA HEVPAR DERKET HOLÊ'
Ev pêvajoya diyalogê ku demek qut bûye, ji duh pê ve heyeta me bi rayedarên ku di nava Desteya Çareseriyê de cih digirin re hevdîtin pêk anî. Divê ev jî were gotin ku di encama vê hevdîtinê de nêrîna domandina pêvajoyê derket hole.
DAXWAZ
Di vê çarçoveyê de divê em careke din vê yekê pêşkêşî raya giştî bikin:
Alî li şûna zimanê pêvçûnê divê zimanê çareseriyê bi kar bînin,
Li ser hevdîtinên Îmraliyê rojevên ji rêzê neyên çêkirin,
Di her xetimandinê de Îmrali û heyetê nekin mijara nîqaşê û ji vê yekê dûr bikevin,
Divê tu car neyê jibîrkirin ku em li hemberî dîrokê berpirsyar in,
Bi vê rastiyê re em bi salan e tevî hemû berdelan vîna aştiyê daye nîşandan û em vê yekê tînin ziman.
Ev bangawaziya me û beyana vîna me di serî de birêz serokwezîr û hemû rayedarên dewlet û hikûmetê ji bo domandina pêvajoyê zimanekî guncav bi kar bînin. Daxwaziya me ji we ev e."