Heyeta HDP’ê wê bi Bozdag re rûne
Heyeta HDP’ê wê bi Bozdag re rûne
Heyeta HDP’ê wê bi Bozdag re rûne
Heyeta HDP’ê ya Îmrali di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de wê bi Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag re rûne.
Di hevdîtina ku çavlirê ye li salona Koma Meclîsê ya HDP’ê pêk were, wê endamên Heyeta Îmrali ya HDP’ê beşdar bibin. Heyeta Îmrali ya HDP’ê berî niha bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtin pêk anîbûn û ji bo hevdîtin bidomin li hev kiribûn.
Tê texmînkirin ku di hevdîtina bi Bozdag re di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de divê çi bên kirin û çûna heyetê ya giravê were destgirtin.