Heyeta HDP'ê bi rayedarên KCK'ê re rûniştin

Heyeta HDP'ê bi rayedarên KCK'ê re rûniştin

Heyeta HDP'ê bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin pêk anîn û rayedarên KCK'ê hişyariya hikûmet pêvajoyê giran dest digire, polîtîkayên bi demê re belav bike meşandin û hewldanên herêma tampon çêbikin dê pêvajoyê xilas bike û teqez destûra wê yekê nadin. KCK'ê bi rêya heyeta HDP'ê bang li hemû ciwanan kir ku tevlî berxwedana Kobanê bibin û saziyên piştgiriyê didin DAIŞ'ê bi tund hişyar kirin û rexne kirin.

Heyeta HDP'ê ya ji Serokwekîlên Koma HDP'ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Parlementerê HDP'ê Sirri Sureyya Onder pêk tê piştî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk anîn duh li Qendîlê bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin pêk anîn. Heyeta HDP'ê zêdehî 8 seatan bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin pêk anîn û civîna HDP û KCK'ê di saetên li Enqere hikûmetê "civîna çareseriyê" li dar dixist pêk hat. Di civînê de geşedanên li Kobanê, Şengal, Mexmûr, Kurdistan û Rojhilat û helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî pêvajoyê hatin nirxandin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken têkildarî hevdîtinê de agahî dan.

BANGA 'TEVLÎ BERXWEDANÊ' BIBIN

Baluken têkildarî hevdîtinê de wiha got: "Rayedarên KCK'ê, diyar kirin ku li hemberî destkeftiyên gelê Kurd êrîşên berfireh berdewam dikin. Çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Kobanê û Rojava êrîşên xwe yên herî dijwar xistin dewreyê. Li hemberî van êrîşan gelê Kobanê û YPG bi hêz xwe ya cewherî û derfetên xwe berxwedaneke dîrokî pêk tînin. Kobanê ji bo hemû Kurdistanê gelek girîng e û divê hemû gelê Kurd Kobanê di nêz de bişopîne û piştgiriyê bidin Kobanê." Baluken, anî ziman ku rayedarên KCK'ê bang li ciwanên Bakurê Kurdistanê wiha kirin: "Bi hêz di berxwedana Kobanê de cihê xwe bigirin" û têkildarî hevdîtinê de wiha destnîşan kir: "Bi taybet gelê me yê Bakur û ciwanên Bakurê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de cihê xwe bigirin û bi hêz tevlî berxwedanê bibin û ev yek peywireke dîrokî ye. Dixwazin li Kobanê weke Şengalê komkujiyên nû pêk bînin. Berxwedana bi pêşengiya YPG'ê tenê ji bo parastina Kobanê an ji bo rûmeta gelê Kurd û mirovahiyê biparêzin e. Ev yêkê girîngiya konferansa neteweyî careke din derdixe holê. Berpirsiyariyekî dîrokî li ber rêxistin û partiyên Kurdan e."

'LÊGERÎNA HERÊMA TAMPONÊ PÊVAJOYÊ TEHDÎT DIKE'

Baluken, da zanîn ku rayedarên KCK'ê gotin ew nîqaşên demên dawî yên li Tirkiyeyê ji bo herêma tampon tên meşandin di nêz de dişopînin û vê yekê teqez qebûl nekin. Baluken, bilêv kir ku rayedarên KCK'ê gotin heke hewldana Tirkiyeyê ya wisa dê "pêvajoya çareseriyê tehdît bike û bi xwe re dê rîskên gelek cidî bîne."

AKP DEV JÎ NÊZÎKATIYÊN MIJÛLKIRINÊ BERNADE

Baluken anî ziman ku wan têkîldarî pêvajoya çareseriyê hevdîtinên berfireh kirine û rayedarên KCK’î jî ji ber nêzîkatiyên AKP’ê ya li hemberî pêvajoya çaraseriyê acizbûnên xwe anîne ziman. Baluken got ku rayedarên KCK’ê ev nêrîn parve kirine: “Diyar kirin ku AKP têkîldarî pêvajoya çareseriyê dev ji nêzîkatiyê dewletperest û neteweperest bernade, êrîşên li dijî dibistanên tu dê perwerdeya zimanê dayikê bidin vê nîşan dide. Anî ziman ku nêzîkatiyên li hemberî saziyên Kurdan û gel nayên qebûlkirin û AKP niyeta xwe ya ji bo pêvajoya çareseriyê bi van êrîşan nîşan dide. Gotin ku AKP li aliyekê dibêje asîmilasyon sûcê mirovahiyê ye lê li aliyê din li hemberî daxwaza perwerdeye zimanê dayikê evqas êrîşên hovane pêk tîne, ev yek nakokî ye û ev nêzîkatiya AKP’ê zerarê dide pêvajoyê.”

OCALAN YEKALÎ DIMEŞÎNE

Baluken bilev kir ku KCK’ê diyar kiriye pêvajoya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fedakariyeke mezin aniye van rojan ji bo pêvajoyê êdî tiştên bê kirin pratîk e. Baluken daxwaz û bendewariyên rayedarên KCK’ê jî wiha anî ziman: “Di hevdîtina me ya Îmraliyê de Birêz Ocalan di mijara sekreterya, şandeya şopandinê, berfireh kirina şandeya muzakereyê de xwestibû bên berfireh kirin, rayedarên KCK’ê diyar kirin ku di van mijaran de divê gav bên avêtin dîsa di çarçoveya daxwazên gelê Kurd de sererastikina şert û mercên birêz Ocalan xwestin. Di vê mijarê de di rojên pêş de heyeta me hem ji rayedarên hikûmetê hem jî yên dewletê ve ji bo hevdîtinê bikin û hem jî ji bo çûna Îmraliyê em ê serlêdan bikin.”

Baluken destnîşan kir ku beriya biçin Qendîlê bi rayedarên hikûmet û dewletê ve hevdîtin pêk anîne û hikûmet di warê nexşerê de giran tevdigere û belav dike demê. Baluken wiha axivî: “Hikûmetê aşkera kiribû ku dê di dawiya meha Îlonê de hin xebatan zelal bikin û nexşerê diyar bikin. Heta niha ev mekanîzmayên wekî sekreterya, lijneya şopandiyê, berfirehkirina heyeta muzakereyê, guhertina şert û mercên Ocalan û rêgezên giştî divê bên zelalkirin. Piştî ku ev hatin diyar kirin jî nexşerê dibe ku bi raya giştî re bê parvekirin.”

Baluken têkildarê hevdîtina wan a li Qendîlê û civîna li Enqereyê hikûmetê pêk anî de bi awayekî hemwext pêkhatina van civînan de pirsa ku hate kirin şîroveyek nekir.