Heyeta FKÊ bi Serokê PE’yê re hevdîtin pêk anî

Heyeta FKÊ bi Serokê PE’yê re hevdîtin pêk anî

Serokê Parlementoya Ewropayê Martin Schulz bi heyeta Êzidiyan re hevdîtin pêk anî. Serokê PE’yê Schulz da zanîn ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hemû alîkarî bidin Kurdan. Di hevdîtinê de biryar hate dayin ku konferansek der barê rewşa Şengal û Êzidiyan de bê lidarxistin.

Nûnerên saziyên Êzidiyan ên Elmanyayê li Parlamentoya Ewropa (PE) ya li Bruksela paytexta Belçîkayê hin hevdîtin pêk anî. Serokê Yekîtiya Akademîsyenên Êzidî (GEA) Dr. Şefîq Tagay, Hevserokê Federasyona Êzidiyan (FKÊ) Alî Atalan, Berdevkê Înîsiyatîfa Xweserî ji bo Şengalê Aslan Kizilhan û Serokê Xristiyanên Elmanyayê û Civaka Êzidiyan Îrfan Ortaç di nava heyetê de cih digirtin. Heyeta Êzidiyan bi Serokê PE Martin Schulz, Serokê Komîsyona Karên Derve ya AP Elmar Brok û Berdevkê Fraksiyona Sosyal-Demokratan Knut Fleckentein re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de der barê rewşa Şengal, qirkirina li dijî Êzidiyan û rewşa Êzidiyan de hatin gotûbêjkirin. Her wiha biryar hate dayin ku têkildarî Êzidiyan konferansek li PE bê lidarxistin.

JI BO ÊZIDIYAN ÇI ALÎKARÎ PÊWÎST BE EM Ê BIKIN

Heyeta Êzidiyan hevdîtina xwe ya yekemîn di saetên sibê de bi Serokê PE Martin Schulz re pêk anîn. Dosya û pêşniyarên ji aliyê saziyên Êzidiyan ve hatibû amadekirin hatin pêşkêkirin. Di dosyayê de pêşniyarên weke alîkariya ji bo penaberên Êzidî yên Şengal, rizgarkirina Şengalê û alîkariya ji bo Hêzên  Parastina Şengalê cih girtin. Serokê PE Martin Schulz diyar kir ku pêşniyarên Êzidiyan di cih de ne û wiha domand: “Divê ji bo azadî û parastina civaka Êzidî ya ku îro li Rojhilata Navîn bi tunebûnê re rû bi rû ye çi pêwîst be bê kirin. Em dest ji vê yekê bernadin. Em her tim dişopînin. Em ê di rojên pêş de der barê Êzidiyan de xebat bimeşînin. Divê hemû alîkarî bidin Kurdên ku li dijî DAIŞ’ê xwe diparêzin û têdikoşin.”

Elmar Brok jî di hevdîtinê de bi aweyekî baş nêzîkî hevdîtinê bû û Knut Fleckentein jî qirkirina li hemberî Êzidiyan şermezar kir. Fleckentein diyar kir ku divê rewşa Êzidiyan di platformeke navneteweyî de bê gotûbêjkirin û gotin: “Divê bi beşdariya hemû fraksiyonan bi pêşengiya Komîsyona Peywendiyan konferansek bê lidarxistin. Divê tevî rewşenbîr û akademîsyenên Kurd, Êzidiyan û nûnerên dewletên navneteweyî tevlî bibin. Em ê di vê konferansê de pêşeroja Êzidiyan gotûbêj bikin.”

BIYARA KONFERANSA LI ÊZIDIYAN A LI PE’YÊ

Serokê Akademîsyenên Êzidiyan (GEA) Dr. Şefîk Tagay diyar kir ku hevdîtin baş derbas bûn û ev agahî da: “Hevdîtin baş bû. Me encameke diyar girt.  Biryara konferansa Êzidiyan yek ji encamên girîng ên van hevdîtinan bû. Fermanên li ser me berdewam dikin. Divê pêşî li vê yekê bê girtin. Xebatên me jî ji bo vê yekê ne. Em ê ji bo vê konferansê banga akamdemîsyen û rewşenbîrên Êzidiyan û yên ji baweriyên din ên Kurdan bikin. Em vê rewşa Êzidiyan bişopînin.”

Hevserokê FKÊ Alî Atalan jî diyar kir ku ew ne li benda eleqederiyek ewqas mezin bûn û wiha axivî: “Hevdîtin ji tişta ku me hêvî dikir gelek baştir bû. Bi awayekî baş pêşwazî kirin. Soz dan ku çi alîkariya pêwîst hebe ew ê bidin Bi taybet wê konferansa Êzidiyan bi pêşengiya Komîsyona Peywendiyan a PE’yê bê lidarxistin. Ev pêşketineke girîng  û cihê dilxweşiyê ye. Hevdîtinên me wê berdewam bikin.”