Heyeta Desteya Bilind li Enqereyê hevdîtinên xwe didomîne
Heyeta Desteya Bilind li Enqereyê hevdîtinên xwe didomîne
Heyeta Desteya Bilind li Enqereyê hevdîtinên xwe didomîne
Di navbera 8-9’ê cotmehê de li Enqereyê cara yekemîn heyeta Desteya Bilind ya ku ji 6 kesî pêk dihat û PYD jî di heyetê de bû, kir mîvan. Heyetê hem bi nûnerên Karê Derve û hem jî bi nûnerên seferastxaneya DYA û Almanyayê re hatin cem hev.
Di heyetê de hevdîtinkerên aliyê Tirkiyeyê, Midûrê Giştî yên Karê Siyasî yê Pir Alî, Sefîr Erdogan Îşcan û serokê Daîreyê yê li Midûriyeta giştî ya Saziyên Siyasî yên navnetewî Cem Utkan bû. Îlham Ehm Tîed ku di heyetê de cih girt, diyar kir ku ew dixwazin hevdîtinên li Enqereyê bidomin û got vekirina buroyê hêj nexistine rojevê.
Heyetê bi dîplomatên Ewropa û DYA’yê re jî hevdîtin pêk anî.
Li gorî agahiyên Ehmed dane, li ser navê DYA’yê Dîplomatê Beşa Siyasî Stacney I.Joney tevli hevdîtinê bûye. Hevdîtin li ser sê sernavan bi teşe bûye: Amadekariyên Cenevere-2, Mijara alîjariya Mirovahî û êrîşên komên El Qaîdeyê.
Nûnerên DYA’yê da zanîn ku daxwaza wan eve ku muxalefet wek bloqeqî di bin yek sîwaneyekê de tevli Cenevre-2 bibe. Ehmed got ew dixwazin wek heyeteke kurd ya serbixwe tevli konferansê bibin û got ji ber ku Koalîsyona Sûriyeyê (SMDK) kurdan hêj înkar dike.
Nûnerê DYA’yê da zanîn ku komên girêdayê El Qaîdeyê hem ji bo xwe û hem jî ji bo Rojhilata Navîn xetereyeke mezin arz dikin.
Hat diyar kirin ku alîkariyên mirovahî yên ji nûnertiyê hatine kirin, negihiştine Rojava. Nûnerê DYA’yê got di mijara alîkariya mirovahiyê de heta niha 2 mîlyon dolar alîkarî dane û got ew matmayî mane ku ev alîkarî negihiştiye herêma Kurdan.
Hevdîtin di navbera Tirkiye û DYA’yê de didome.