Heyeta dadgeha doza Tûncel û Kişanak jê dihate darezandin hatin guhertin

Di rûniştina 4’an a li 1’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a li Meletiyê de ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûnçel jê dihate darezandin, heyeta dadgehê hate guhertin.

Rûniştina 4’emîn a Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûnçel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak jê dihate darezandin li 1’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Meletiyê hate pêkanîn.

Tûncel û Kişanak tevlîbûna dadgehê ya bi rêya SEGBÎS’ê red kir, parêzer amade bûn. Li gel Parlemetera Amedê Felknas Ûca, Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Berat Bîrtek, rêveberên DBP’ê yên Amedê, rêveberrên DBP’ê û HDP’ê yên Meletiyê, malbat û kelek kes tevlî rûniştinê bûn, di rûniştinê de hat dîtin ku heyeta dadgehê hatiye guhertin.

Rûniştin, bi hinceta ku meqamê îdîayê ku kataloga sûc kire hincet û daxwaza berdewamî ya girtina Kişanak û Tûncel hate xwestin ve destpê kir.

Piştre jî parêzeran parastin kirin. Di rûniştinê de parêzerê Kişanak Cîhan Aydin mafê axaftinê girt û bal kişand ser guhertina heyeta dadgehê diyar kir ku her carê neçarî heman tişt gotinê tên kirin. Aydin bibîr xist ku darezandina ku ev 1 sal e dewam dike de 4 caran heyeta dadgehê û 12 daraz hatine guhertin. Aydin diyar kir ku îdîayên ku qala wê di mijarê de tê gotin ti eleqeya wê bi rastiyê re nîne û her car dûr û dirêj vê yekê nîqaş dikin.

Piştre jî parêzera Tûncel Cemîla Tûrhallî jî axivî û bal kişand ser pêvajoya dawî kû darezandin gihiştiyê û wiha got: “Doz ji 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derbasî 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hate kirin. Ev saleke zêdetire darezandin dewam dike. Her carê heyeta dadgehê tê guhertin. Guleten Kişanak û Sebahat Tûncel kesayetên ku nasnameyên siyasî hilgirtine.

Piştî axaftina parêzeran heyeta dadgehê navber da rûniştinê, piştre jî sûcê heyî, rewşa delîlan û rêjeya cezayê tê xwestin li ber çav girtin, biryara dewama girtinê hate dayîn û doz taloqî 2’yê Adarê hate kirin.