Heyeta berfireh wê bi Ocalan re rûne
Heyeta berfireh wê bi Ocalan re rûne
Heyeta berfireh wê bi Ocalan re rûne
Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê ya herî dawî di 21’ê Cotmehê li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî bû, wê 30’ê Mijdarê de biçe giravê û piştî demeke dirêj hevdîtinê pêk bîne. Çavlirê ye heyet vê carê bi hejmareke zêde biçe giravê û navên nû yên di heyetê de cih bigirin tên meraqkirin.
Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê piştî demeke dirêj wê 30’ê Mijdarê de biçe Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Heyet herî dawî di 21’ê Cotmehê de ji bo hevdîtinê çûbû û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Hate hînbûn ku heyeta ku ji Serokwekîlên Koma HDP’ê Îdrîs Baluken, Pervîn Buldan û Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder pêk tê, vê carê bi navên nû yên li heyetê hatin zêdekirin ve biçin hevdîtinê û navên ku wê bên zêdekirin jî tên meraqkirin. Li ser îhtîmala ku navên Hatîp Dîcle û Ceylan Bagriyanik ên ku ji bo heyetê derbas dibûn jî di heyetê de cih bigirin.