Heyeta BDP û HDP'ê çûn Îmraliyê

Heyeta BDP û HDP'ê çûn Îmraliyê

Serokwekîlên Koma BDP'ê Pervin Buldan û Îdris Baluken û Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder, bi boneya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin çûn Girava Îmraliyê.

 Serokwekîlên Koma BDP'ê Pervin Buldan û Îdris Baluken û Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder, bi boneya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin saet di 10.30'an de ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin. Heyeta BDP'ê ku cara 12'emîn diçe Îmraliyê û dê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin bike.