Heyet ji Qendîlê vegeriya
Heyet ji Qendîlê vegeriya
Heyet ji Qendîlê vegeriya
Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, ku duh ji bo hevdîtina bi rayedarên KCK'ê re çû Qendîlê, vegeriya Enqereyê.
Heyeta Îmraliyê ya ji Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken û Hevberdevkên KCD'ê Hatîp Dîcle, ji Qendîlê vegeriya.
Heyeta ku di 29'ê Mijdarê de bi Ocalan re hevdîtin pêk anî, piştî nirxandina "Pêşnûmeya Çareseriya Demokratîk û Muzakereyê" bi hikûmet û endamên desteya çareseriyê re, ji bo bi rayedarên KCK'ê re helwesta hikûmetê binirxîne çû Qendîlê û îro danê sibê hevdîtinek kir. Li dû hevdîtinê, heyet îro danê sibê vegeriya Enqereyê û tê payîn ku der barê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.