Hevserokên HDP: Gotinên Erdogan rê li ber cînayetên namûsê vedike

Hevserokên HDP: Gotinên Erdogan rê li ber cînayetên namûsê vedike

Hevserokên HDP’ê Tuncel û Kurkçu ji bo daxuyaniyên Erdogan yê derbarê malên xwendekaran de gotin “Nîqaşekî wahîme” û hişyariya “Pêşdîtin û pêşqebûlekî ku her kesê ku malên xwendekaran dimîne fihûşê dike, felakete. Ev dê rê li ber cînayetên nû yên namûsê veke.”

Hevserokên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu li Meclisa Tirk civînek ya çapemeniyê li darxist û mijarên di rojevê de nirxandin.

Tuncelê balkişande ser polîtîkayên hikumeta AKP’ê ên zextewarî û kontrolkirinê û hikumet bi “ji nû ve avakirinê” rexnekir. Tuncelê got, “Ji ber ku muhafezekar û demokrate, hewil bide civakê hemûyê bixe nava qalibekê de dê rê li ber karesatên mezin veke.” Nirxandina Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ya di derbarê malên xwendekaran de weke “nîqaşekî cidî û wahîm” nirxand.

‘RÊ LI BER CÎNAYETÊN NAMÛSÊ VEDIKE’

Tuncel da diyarkirin ku, “bi pêşdîtin û pêşqebûlkirinekî ku herkesê li malên xwendekaran dimîne fihûşê dike, felakete. Ev dê rê li ber cînayetên nû yên namûsê veke.” Tuncelê anî ziman ku, daxuyaniya Erdogan “dê pevçûna civakî kûrtir bike” û got, “Pêwîste Serokwezîr lêborînê bixwaze. Serokwezîr sultan nîne. Birastî jî gelo ev dewletek ya hiqûqê ye, yan jî dewletek ya her gotina ku Serokwezîr dibêje weke zagon tê qebûl kirine?” Tuncel anî ziman ku, hemwelatiyên Elewî xwe di ewlehiyê de hîs nakin û ev tişt bilêv kirin: “Di 28’ê Sibatê de nêzîkatiyekî ku hertim jinên sergirtî di şopandin, gef lê dixwarin û dixwest kontrol bike hebû, di dema AKP’ê de jî li ser navê muhafezekariyê li ser me ferz dike. Em neneçarin herdu xeletiyan jî qebûl bikîn.”

Tuncela ku pirsên rojnamegeran bersiv da û li ser pirsekî “Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ku beriya vê ji ber bûyerên Gezî hatibû veto kirin, niha tê gotin dê careke dê biçe Îmraliyê, hûn vê çawa dinirxînin?” Tuncelê got, “Em dinirxînin ku HDP jî mudaxilî pêvajoya muzakereyan bû. Beşdarbûna heyetê em girîng dibînin, lê belê daneyekî şêmber yê ku ev pêvajo erênî diçe tuneye.”

‘DEMA ÇEKA YEKEM HATE TEQANDIN, EM NIZANIN DÊ ÇI ÇÊBE’

Hevserokê HDP’ê Kurkçu jî da diyarkirin ku, lingên “pêvajoya çareseriyê” yên “makezagona nû, rê paqijiya demokratîk û bêpevçûnî” di fikarekê de ne û rawestiyane. Kurkçu anî ziman ku, pêwîste hemû civak mudaxilî pêvajoyê bibe.

Kurkçu got, “PKK’ê vekişîn rawestand. Pêngavên mewzîgirtina zivistanê dikin. Dema guleya destpêkê hate teqandin dê çi çêbibe em nizanin. Ji bo pêvajoya çareseriyê rêve biçe, pêwîste pêngavên nû bêne avêtin. Pêwîste hikumet bibesîret nêz bibe. Di vê mijarê de tiştê dikeve ser milê gelan pêktîne.”

Kurkçu weke din behsa meseleya girtîgehan jî kir û destnîşan kir ku, li girtîgeha tîpa F ji bo ji derve girtî û hikumxarî bêne şopandin kamera têne bicih kirin. Ji ber vê çendê li girtîgehan rageşiyek heye.

Li ser pirsek ya makezagona nû Kurkçu got, bi awayekî pir lezgîn AKP mantiqê 12’ê Îlonê diparêze û hewil dide makezagonekî nû çêbike û anî ziman ku, ji bo mutabaqat pêkbê rê û rêbazên rast bikar nayne.

Kurkçu got: “Di aha niha de pêwîstiya me bi makezagonekî tuneye; pêwîstiya me bi makezagonekî demokratîk, azadîparêz, wekheviya hemwelatiyan heye. Pêwîst bike dê her tiştê ji serî ve bigirin dest.”