Hevserokên HDP'ê: 8'ê Sibatê kampanyaya me ya nû dest pê dike

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sîncar ragihandin ku 8'ê Sibatê ew ê bernameya nû ya têkoşînê bidin destpêkirin û diyar kirin, ''Çar mijarên sereke yên vê kampanyayê hene; tecrîd, grêven birçîbûnê, doza Kobanê û biryara DMME'yê.''

Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê bi hevşaredaran re civîna onlîne kir. Hevserok Pervîn Buldan û Mîthat Sancar têkilî pêvajoya siyasî, tevlêbûna pêvajoyê û plansaziyê axivîn.

Hevserok Mîthat Sancar derheqê êrîşên li ser HDP'ê got, ''Bloka desthilatê çi dike û nake nikare HDP'ê ji hêla polîtîka ve bêkêr bike. Ji ber ku ji hêla polîtîk ve nikarin heq ji HDP'ê derkevin, dixwazin rêyên nû vekin. Lê ev beleheq e.

Li pey me destekeke mezin a gel heye û tecrûbeyeke girîng heye, em ê bi biryardarî li ser rêya xwe bimeşin.''

Hevseroka Pervîn Buldan jî bal kişande ser êrîşên li ser HDP'ê û siyaseta demokratîk û got her wiha êrîşên li ser hebûna Kurdan, li ser qadên jiyanê pir berfireh in. Buldan êrîşên li ser Başûr, Rojavayê Kurdistanê jî bi bîr xist û got, êrîş ne tenê li ser Kurdan û HDP'ê ye, her wiha li ser hemû qenelên siyaseta demokratîk, dilxwazên aştî, demokrasiyê, muxalefetê heye êrîş heye û got, ''Ji ber ku desthilata AKP-MHP'ê rê û rêbazên ku xwe li ser piyan bihêle, di wan êrîşan de dibîne ku tîne ser me.''

Buldan têkilî nîqaşên li ser girtina HDP'ê jî got her gav, ew jî di nav de dikare fezleke li ser 9 wekîlan were rojevê, bi bîr xist ku doza Kobanê wê dawiya Nîsanê dest pê bike, giringiya biryara DMME'yê bi bîr xist û bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Buldan her wiha got, ''Di rojeva me de têkilî pirseke ku dikin û nikarin çareseriyê jê re bibînin, grêven birçîbûnê hene.'' Buldan got heke bi demê re çareserî neyê dîtin, tecrîda li ser Ocalan neyê şikandin û daxwaz bi cih neyên, ku daxwaza herî serkee tecrîd e, li hêlekê êrîşên li ser Kurdistanê, binpêkirina mafan ên li girtîgehan hene, mijare dikare biqulibe ser asteke dî.''

Bulan bi domdarî got,''Hê mesele nequlibî ser qonaxeke dî ji bo tecrîd were şikandin, Rêzdar Ocalan parêzer û malbata xwe bibîne û êrîş werin sekinandin divê bi rengekî berfireh em vê meselê bidin ber xwe.''

Buldan diyar kir 8'ê Sibatê ew kampanyayeke dî li ber xwe datînin, heta Hezîranê wê bidome û mijarên sereke yên vê kampanyayê tecrîd, grêvên birçîbûnê, doza Kobanê û biryara DMME'yê ye.

Buldan got ev mesele ne tenê Kurdan têkildar dikin, tevahiya Tirkiyê têkildar dikin. Ew ê pêvajoyeke ku tenê bi wan re ne sînordar bidin destpêkirin, bi hêzên demokrasiyê, partiyên siyasî, rêxistinên civakî û derdorên demokratîk re pêvajoyekê bidin destpêkirin.