Hevserokê Dîe Lînkeyê: Divê Elmanya çekan nefiroşe Tirkiyeyê
Hevserokê Dîe Lînkeyê Bernd Rîxînger bi nûnerên gelê Kurd û gelên din re civiya û got, “Divê êdî Elmanya çekan nefiroşe Tirkiyeyê û em li hemberî despotîzma Erdogan rabin.”
Hevserokê Dîe Lînkeyê Bernd Rîxînger bi nûnerên gelê Kurd û gelên din re civiya û got, “Divê êdî Elmanya çekan nefiroşe Tirkiyeyê û em li hemberî despotîzma Erdogan rabin.”
Hevserokê Dîe Lînkeyê (Partiya Çepgir) Bernd Rîxînger tevlî civînê bû ya ku Komeleya Kurdan a Essenê bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê organîze kiribû. Nûnerên gelên Kurd û gelên din tevlî vê civînê bûn.
Li ser navê komeleyê Yilmaz Gultekîn di destpêka civînê de axivî û bal kişand ser temsîliyeta kêmneteweyan a di rêveberiya herêmî de.
Di civînê de nûnerên Tamilîyan, Komeleya Filîstiniyan, Anti Rasist Telefon, Îranische Gemeinde, Seebrucke Essen Organisation, Afrikanische Ost-Somalische Verein Essen, Enstîtuya Kurdan û nûnerên Rojava derbarê xebatên xwe agahî dan.
‘DIVÊ EM LI HEMBERÎ ERDOGAN RABIN’
Hevserokê Dîe Lînkeyê Bernd Rîxînger jî got ku, “Divê ji bo jiyaneke azad li dijî şer bin. Divê Elmanya êdî çekan nefiroşe Tirkiyeyê û li hemberî helwesta despotîk a Erdogan rabe. Çareseriya pirsgirêkên gel ji bo me girîng e. Li vê derê organîzasyonên nijadperest zêde dibe û êrîşan dikin. Em li dijî vî tiştî ne.”
Rîxînger qala girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî û pirsgirêkên penaberan kir û got, “Di pirsgirêkan de ji dêvila ku em rengên din berpirsyar bibînin, divê em hevgirtinê geş bikin.”
Rîxînger bal kişand ser pêkanînên siyasî yên desthilatdariya AKP û MHP’ê û diyar kir ku siyasetmedarên Kurd tên girtin. Rîxînger got ku, “Hikumeta Elman geşedanên li Tirkiye û Kurdistanê dibîne û bêdeng dimîne. Em vê bêdengiya wê şermezar dikin”
Hevserokê Dîe Lînkeyê Bernd Rîxînger diyar kir ku tiştên dewleta Tirk li Lîbyayê dike jî nayê qebûlkirin.