BI DÎMEN

Hevserokê Bajêr ê HDP’ê yê Mêrsînê: Divê gelê me biherike ser sendoqan

Hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Mehmet Soylemez, bang li gelê Mêrsînê kir ku teqez biçin ser sendoqan. Soylemez diyar kir ku wan ji bo ewlehiya sendoqan hemû tevdîr girtine.

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mêrsînê ku gef li muşahîdên wê hate xwarin, bi sedemên eletewş serokên sendoqên wê ji kar hatin girtin, ji bo ku gel biçe ser sendoqan û ewlehiya sendoqan bistînin hemû tevdîran distînin. Soylemez diyar kir ku li gel hemû zext û zordariyan û gefan ew ê li vînê xwedî derbikevin û gel jî teqez divê biherike sedoqan.

 ‘MÊRSÎN WÊ PIR XURT BIBÊJE NA’

Soylemez diyar kir ku li Mêrsînê wan xebateke baş e a referandûmê kirine û got, gelê Mêrsînê bi hemû cihêrengiya xwe ya etnîk, çandî pêwendiyeke baş nîşanî xebatê wan kirine. Soylemez diyar kir ku li Mêrsînê wê helwesteke xurt a ‘NA’ derkeve û li Mêrsînê ji ‘NA’yê wêdetir ne li benda encameke dî ne. Soylemez diyar kir ku ew bi pêkhateyên ‘Platforma Na’ çûne hemû qadên bajêr, herêmên herî biçûk jî û got, ‘’Me xwe gihande her kesî, her beşî, me cihêtî nekir, dîktaya yek zilamî yê faşîst ji her kesî re vegotin. Gel jixwe hay ji her tiştî heye û helwesta ‘na’ pir li pêş e.’’

 ‘MUŞAHÎD Û SEROKÊN ME YÊN SENDOQÊ TEHDÎH DIKIN’

Soylemez diyar kir ji bo ewlehiya sendoqê hemû xebat kirine, perwerdehiya muşahîhan qedandine û got, dema ku serokên sendoqê û muşahîd çûne da ku kartên xwes bistînin, di Saziya Hilbijartinê ya Bilind de gef li wan xwarine. Soyeleme diyar kir ku gef li gelek serokên wan ên sendoqê xwarine û bi sedemên eletewş û hiqûqî peywira wan ji wan standine û got bi vê dixwazin li Mêrsînê dixwazin ‘NA’ asteng bikin da ku xurttir dernekeve. Soylmez diyar kir ku li dijî van zext û nehiqûqiyan a li dijî muşahîd û serokê sendoqan wê gilhê wan bikin û got, her çi jî bibe wê ewlehiya sendoqê bistînin û li vîna gel xwedî derkevin nahêlin ku vîna gel wer dîzin.

 ‘DIVÊ EM BIHERIKIN SER SENDOQAN Û LI DENGÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN’

Soylemez got divê gel biçe ser sendoqan û dengê xwe bide û wiha bang li gel kir: ‘’Ev du meh in, bi şev û roj kuçe bi kuçe, tax bi tax em xebitîn û helwesteke baş me derxist. Êdî dema wê hatiye ku em biçin ser sendoqan û vê helwesta xurt a ‘na’ veguherînin encamê. Gelê me teqez divê biçe ser sendoqan û divê her kes vîna xwe diyar bike.’’

Soylemez diyar kir tenê têrê nake ku biçin ser sendoqan jî û wiha got divê her kes ewlehiya dengê xwe jî bistîne û di rewşeke desteserkirina dengan de divê serî li muşahîdên HDP’e bidin.