Hevserokatiya Kantona Cizîrê hemû jinên têkoşer silav kir
Hevserokatiya Kantona Cizîrê hemû jinên têkoşer silav kir
Hevserokatiya Kantona Cizîrê hemû jinên têkoşer silav kir
Hevserokatiya Herêma Cizîrê hemû jinên têkoşer ên Rojava û tevahiya cîhanê û bi taybet 'Qehremanên berxwedêr' ên Yekîneyên Parastina Jin ku li Kobanê li hemberî hêzên tarî yên DAIŞ'ê şerê parastina nasnameya xwe dikin, silav kir. Hevserokatiyê ji bo bidestxistina mafên xwe banga bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê li tevahiya jinên cîhanê kir.
Bi boneya 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê Hevserokatiya Herêma Cizîrê daxuyaniyek nivîskî ji bo raya giştî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Roja tekoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê ku rastî 25'ê Mijdarê tê, encama têkoşîna jinê ya ji bo bidestxistina azadiya xwe û rizgarkirina ji koledariyê ye."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li civakên ku têde hişmendiya baviksalariyê desthilatdar e û bi taybet li Rojhilata Navîn jin rastî hemû cureyên tundiya cinsî û psîkolojî tên, her wiha hin cureyên tundiyê yên wekî zewaca bi darê zorê, kuştina li bin navê namûsê, destdirêjî, cudakirina di navbera jin û mêr û hwd. bibîr xist.
Hevserokatiyê bal kişand ser qanûnên sîstemên desthilatdar ên der heqê jinê de û hat gotin ku ji ber destekdayîna qanûnî ev kiryar bi awayekî berfirehtir û mezintir der heqê jinê de tên kirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin: "Em di sedsala 21'an ku têde şoreşa teknolojîk û zanistî di asta herî bilind de ye dijîn. Di vê sedsalê de jin rastî êrîşên herî dijwar ên komên tarî û radîkal ku bi navê DAIŞ û hevalbendên wê şer dikin, tê. Ev hêzên tarî destdirêjiyê li hemû nirxên mirovahiyê dikin û li dijî jinê hemû cureyên tundiyê wekî destdirêjî, serjêkirin, recimandin û firotina li bazaran, dikin."
Hevserokatiya Herêma Cizîrê hemû kiryarên kirêt ên li dijî jinê têne kirin, şermezar kir û da zanîn ku ji bo civakeke tundî û cudahî têde tine be, wê hemû hewldanên xwe bikin. Her wiha destnîşan kir azadiya jinê yek ji bingehên sereke yên sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û da zanîn ku azadiya civakê bi azadiya jinê ve pêk tê.
Hevserokatiya Herêma Cizîrê di daxuyaniya xwe de hemû jinên têkoşer û rêxistinên jinan li Rojava û tevahiya cîhanê ku ji bo azadî, wekhevî û dadweriyê têdikoşin, her wiha şervanên Yekîneyên Parastina Jin ku ew wekî 'Qehremanên berxwedêr' bi navê kirin, silav kirin.
Hevserokatiya Herêma Cizîrê bang li hemû jinên cîhanê kir ku asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û ji bo bidestxistina azadiya jinê banga karê bênavber kir.