Hevseroka DFG ji bo 'Xelata rojnamevanên herî berxwedêr' bû namzet
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ya girtî Dîcle Mûftûoglû, ji bo "Xelata rojnamevanên herî berxwedêr" a Free Press Unlimited bû namzet.
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ya girtî Dîcle Mûftûoglû, ji bo "Xelata rojnamevanên herî berxwedêr" a Free Press Unlimited bû namzet.
Hevseroka DFG’ê Dîcle Mûftûoglû di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de di 3'ê Gulana 2023'yan de hatibû girtin.
Dîcle Mûftûoglû ya ku niha di girtîgehê de ye, ji bo "Xelata rojnamevanên herî berxwedêr" a ku ji aliyê Free Press Unlimited ve hat organîzekirin bû namzet.
Li gel Dîcle Mûftûoglû, Andersson Boscan ji Ekvadorê û Philip Obaji ji Nîjeryayê ji bo heman xelatê hatin berbijêrkirin.
Xelatgir wê di 24’ê Cotmehê de ji aliyê jûriyê ve bên eşkerekirin û xelat dê di 31’ê Cotmehê de li bajarê Lahey yê Hollandayê di çalakiyeke zindî de bên pêşkêşkirin.
Di hefteya pêşiya me de wê li ser hesabên medyaya dîjîtal ên Free Press Unlimitedê û sîteya wê de danasîna rojnamevanên ku ji bo xelatê namzet hatine nîşandan cih bigire.