Hevşaredarên Saricanê yên HDP'î hatin destgîrkirin

Hevşaredarên Bajarokê Saricanê yên HDP'î Bekîr Polat û Canan Tagtekîn hatin destgîrkirin.

Hevşaredarên HDP'î yên Bajarokê Saricanê yê navçeya Depê ya Xarpêtê Bekîr Polat û Canan Tagtekîn hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyan, polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser mala wan. Di serdegirtinê de tevî Polat û Tagtekîn rêveberê HDP'ê Mehmet Sari jî hate destgîrkirin. Avahiya şaredariyê jî ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin.

Mîna bi dehan şaredariyên HDP'î tê payin ku desthilatdariya AKP'ê qeyûm deyne ser şaredariya Saricanê jî. Hevşaredarên hatin destgîrkirin li qereqolê ne.