Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn hate girtin

Hevşaredarê Qereyaziyê Bûrhanettîn Şahîn ku wezîfeya wî hatibû desteserkirin û beriya 4 rojan hatibû destgîrkirin, hate girtin.

Di 31'ê Tebaxê de jendermeyan avêtibûn ser mala Hevşaredarê Qereyaziyê Bûrhanettîn Şahîn. Di serdegirtinê de Hevşaredar Şahîn ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn û Mahmût Çîmendag, Fesîh Polat û Adîl Bîngol hatibûn destgîrkirin.

4 kesên ku 4 rojan li Fermandariya Jendermeyan girtî hatin hiştin, piştî ku îfadeya wan hate girtin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtina wan ew radestî dadgehê kirin. Hevşaredarê Qereyaziyê Bûrhanettîn Şahîn jî di nav de 4 kes hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Girtî ya Erzîromê.