Berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, 5 meh li pey xwe hişt. Gelên dinyayê û nûnerên wan gelan ên bi gelê Kurd re xwedî heman çarenûsê bûn, di vê demê de bi ruhê piştevaniya şoreşgerî tevdigerin. Parlamenterên jin ên li nava partiya Plaid Cymru ya Gallerê ji destpêkê ve bi xurtî xwedî li vê têkoşînê derdikevin.
Partiya Sinn Fein a Îrlandayê jî yek ji wan partiyan e ku xwedî li pêvajoyê derdikeve. Şoreşgera ciwan a Îrlandayî Bobby Sands 1'ê Adara 1981'ê li Girtîgeha Mazeyê kete berxwedana greva birçîbûnê û di encamê de ew û 9 hevrêyên wê jiyana xwe ji dest dan. Mîna Leyla Guven, Bobby Sands jî mehek piştî destpêkirina greva birçîbûnê ji bo Parlamenta Qraliyeta Yekbûyî parlamenter hate hilbijartin. Bobby Sands 25 roj piştî hilbijartinê jiyana xwe ji dest da.
Parlamentera Sinn Feinê ya Parlamenta Ewropayê Martina Anderson, li ser grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.
'TI ÇEK NÎNE KU KARIBE ÎRADEYA MIROVAN BIŞIKÎNE'
Anderson ku 14 salan girtî ma li ser tecrîdê got, "Ez tecrîd û îzolasyonê weke amûreke sîstema girtîgehê dibînim. Hewldana şikandina îradeya berxwedêran e. Lê belê fêhm nakin ku berxwedan û îradeya me nayê şikandin. Tişta ku Bobby Sands sala 1981'ê li girtîgehê di nava tecrîdê de nivîsî, rewşê baş pênase dike; 'Di cebilxaneyên emperyal hemûyan de çekek nîne ku karibe ruh û îradeya Îrlandayekê/î bişikîne, heta nexwaze'. Ev rewş ji bo hevrêyên me yên li Kurdistanê jî derbas dibe."
Anderson anî ziman, gelê Kurd di sala 1981'ê de di dema grevên birçîbûnê de timî bi Komargerên Îrlandayî re bû û diyar kir, "Em jî îro bi gelê Kurd re ne ku di greva birçîbûnê de ye. Greva birçîbûnê ya ji bo armancên xwe, ji bo misogerkirina jiyaneke aştî û edaletê ji nifşên nû re, fedakariyeke mezin e."
'BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ MIROVÊN PÎROZ IN'
Anderson bi bîr xist ku wê serdana Leyla Guven kiriye û got, "Bawerî, biryardarî û karaktera xurt a Leyla Guven pêşengiyê ji berxwedana greva birçîbûnê re dike. Bi navê Sinn Feinê em dibêjin; piştgiriya me ya ji bo Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan wê bidome ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina lîderê Kurdan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Yên ku bedena xwe ji bo edaletê danîne ber birçîbûnê, mirovên pîroz in."
'BÊDENGIYA EWROPAYÊ CIHÊ ŞERMÊ YE'
Martina Anderson anî ziman, rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven gelekî krîtîk e, lê wê hêzeke mezin ji bawerî û cesareta wê girtiye û got, "Bêdengiya dewleta Tirk û saziyên Ewropayê li pêşberî vî hîmê bingehîn ê însanî, bi rastî jî cihê şermê ye. Ji bêdengiya li pêşberî bêedaletiyê ti daxuyanî, ti hincet nîne. Ev bêdengî tê wateya cihgirtina li aliyê zaliman. Sinn Fein serbilind e ku bi têkoşîna Kurdan re ye û wê timî pê re be. Li Dublinê, li Brukselê, li Parlamenta Ewropayê, li Parlamenta Qraliyeta Yekbûyî ji bo balê bikişînin ser rewşa Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê em gelekî hewl didin û wê hewldanên me bidomin."
'KENÊ LI SER RÛYÊ ZAROKÊN ME WÊ TOLHILDANA ME BE'
Anderson destnîşan kir ku ew piştgiriya gelê Kurd dikin û got, "Dixwazim gelê Kurd zanibe, di têkoşîna wan a mafdar de em bi wan re ne, çawa ku hûn bi me re ne."
Anderson bi vê gotina Bobby Sands dawî li axaftina xwe anî:
"Kenê li ser rûyê zarokên me wê tolhildana me be."