Hevkariya Leopardan neqediya

Derketa holê ku karê nûjenkirina tangên Leopard 2'yan ku piştî êrîşên dewleta Tirk Elmanyayê gotibû, ''me rawestand'', di ser fîrmayên kêlek re hatiye domandin.

Zelal bû ku karê nûjenkirina tangên Leopard 2 ku Rheînmetall hildiberînd û dida Tirkiyê, rojên ku dagirkeriya ser Efrînê dest pê kirî, piştî ku nûçegihan Denîz Yucel ê welatiyê Elman hatî berdan, ji cihê mayî dewam kiriye.

Li gorî lêkolîna bernameya ''Report Munchen'' ya koavara Sternê ku mehê carekê li Elmanyayê dertê û li qenala dewletê û li ARD'ê weşiyayî, karê nûjenkirina tangên Leopard 2 ku beriya niha bi dewleta Tirk re hatî mîmzekirin, Rheînmetallê van 2 salên dawî bi rêyên cuda temam kiriye. Li gorî agahiyên hikûmetê û yek ji şîrketa mezin a çekan Rheînmetallê ji 2014'an û vir ve ti parçeyekî tangan nefirotine Tirkiyê. Agahiyênk u ji lêkolîna du saziyên medyayê derketine holê û belge berevajî vê dibêjin. Li gorî lêkolînê Rheînmetall bi rêbazên bi dek û dolaban ev agahiyên balkêş dan ku ji bo rejîma Erdogan bikaribe siyaseta dagirkirinê bidomîne parçeyên Leoparda 2 ku pê hewce bû çawa bi dest xistiye:
 

*Roketsan, ku hilbêra çekên fermî yên dewleta Tirk e, Tebaxa 2019'an Leopard 2'yên nûjenkirî da nasandin. Hevşibîna parçeyên nûjenkirî ya li parçeyên fîrmaya ÎBD Deîsenrothê ku navenda wê li Bonnê ye, bal kişand. Vê fîrmayê pergala xwe ya berevaniyê 2004'an bi desetûra Elmanyayê firotibû Tirkiyê. Rheînmetallê IBD Deîsentroth ku ji 2007'an ve pê re dixebitî, sala 2019'an bi temamî kirî.
 
Fîrmaya kêlek ya Rheînmetallê bi destûra hikûmmeta Elman a Nîsana 2018'an bi sedan paletên tang û teker firotin Mîrektiya Ereb a Yekbûyî (MEY). Ev çek di ser MEY'ê re dane Pergala Berevaniyê ya FNSS A.Ş.'yê ku ev ji bo artêşa Tirk pergalên çek hildiberîne.

Hikûmet heta niha gelek pirsname bi gotina ''raza dewletê'' aşkere nekir. Muxalefet, piştî skandala ku bi gelek belgeyan derketî holê xwest sku hevkariya veşartî ya Rheînmetallê ya bi hikûmeta Tirk re bi rengekî berfireh aşkere bike. Parlamenter Partiya Çepgir Sevîm Dagdele got, ''Heke nûjenkirina çekan bi teknolojiya Elman hatibe kirin, ev alîkariya rasterast a li sûcê Erdogan a binpêkirina hiqûqa navnetewî ya li Sûriyê ye.'' Parlamentera Partiya Keskan Tobîas Lînder jî banga, ''Agahiyên bê ka Tirkiyê tangên leopard çawa nûjen irine demildest  aşkere bike'', kir.