Hevdîtinên Stenbolê yên Delegasyona Li Dijî Tecrîdê bi dawî bûn

"Delegasyona Navneteweyî ya Hiqûqnasên Dijî Tecrîdê" ku ji bo balê bikişîne ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat avakirin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hevdîtinên xwe qedand.

12 parêzerên ji Swêd, Afrîkaya Başûr, Îspanya, Îtalya û Norwêcê piştî serdanên li Amedê, li Stenbolê bi saziyên sivîl re bi rêze hevdîtin pêk anîn. 

Yekem rawestgeha delegasyonê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bû. Piştre parêzeran Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) û Dayikên Şemiyê ziyaret kirin û diyar kirin ku tecrîda mutleq li dijî mafên mirovan e. Serdan ji çapemeniyê re girtî pêk hatin. 

Navnîşana duyemîn a delegasyonê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bû. Delegasyon di çarçoveya serdana Navenda Giştî ya HDK'ê de bi Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr û endamên Desteya Rêveber a Navendî re hevdîtin pêk anî. Delegasyon piştî serdanan wê bi Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê re di 2'ê Adarê de konferansa bi navê "Têkoşîna ji bo aştî û azadiyê li dijî polîtîkaya tecrîdê" pêk bîne. Konferans dê di navbera saet 11.00-17.00’an de li oteleke Beyogluyê pêk were.