Hevdîtinên ‘NA’yê didomin: Di 16’ê Nîsanê de wê zalim têk biçin
HDK, KCD, TJA, HDP û DBP di çarçoveya kampanyaya ‘NA’yê de hevdîtinên bi gel re didomînin. Di hevdîtinan de bang hate kirin ku xwedîtî li sindoqan were kirin.
HDK, KCD, TJA, HDP û DBP di çarçoveya kampanyaya ‘NA’yê de hevdîtinên bi gel re didomînin. Di hevdîtinan de bang hate kirin ku xwedîtî li sindoqan were kirin.
Di çarçoveya xebatên referandûmê de HDK, KCD, TJA, HDP û DBP’ê xebatên xwe lezand û di çarçoveya kampanyaya ‘Na’yê de berê xwe dan navçeya Depê ya bi ser Elezîzê. Pêşiya otobusa hilbijartinê di têketina navçeyê de, li nuqteya polîsan hate birrîn. Di navbera wekîlên HDP’ê û polîsan de yên ku xwestin kontrola nasnameyê bikin, nîqaş derket. Di nîqaşê de Wekîlê Serokatiya Koma HDP’ê Ahmet Yildirim nerazîbûna xwe wisa nîşan da: “Hûn xebatên me yên siyasî qedexe dikin. Hûn nikarin xebatên me yên referandûmê qedexe bikim. Gelo tu dikarî pêşiya konvoya Bînalî Yildirim bibirî? Tu nikarî li kesên di wesayîtê de binihêrî. Ma tu dikarî li ya AKP’ê binihêrî? 10 kîlometreyan carekê tu nikarî min kontrol bikî. Tu nikarî xebatên min ên referandûmê qedexe bikî. Ez bi parlementeriya xwe dizanim, tu jî polîsbûna xwe bizanibî.”
Koma ku Yildirim, Wekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, parlementerên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Erdal Ataş jî di nav wan de bûn, çûn serdana esnafan. Piştî serdanan kom derbasî Qada Otogarê bû ya ku gel li wir li benda wan bû. Li vê derê Yildirim axivî û got, me ji Rojhilatê Serhedê ji Qersê dest bi xebatan kir û me bi Dîgor, Bazîd, Gimgim û Çewlikê domand. Yildirim got ku, “Di 16’ê Nîsanê de pakêta ji 18 xalan pêk tê wê ji erêkirinê re were pêşkêş kirin lê gelê me nizane di vê pakêtê de çi heye. Nizane, ji ber ku tiştekî xêrê tê de tune. Xalek tune ye ku karibe jiyana me ya ekonomîk, siyasî, çandî, rojane û ya navneteweyî baştir bike. Ji ber vê jî em dibêjin, heke di 16’ê Nîsanê de ev pakêt were erêkirin wê çi bibe. Wê tiştên di 2 salên dawîn de pêk hatin, êdî mayînde bibin. Ev kes dixwazin Tirkiyeyê bi 10’an salan bikin cihê ku mirov nikare lê bijî. Dixwazin Rewşa Awarte mayînde bikin. Heke em bibêjin Na, em ê ji çi re bibêjin Na. Em ji vî şerê li hemberî aştiyê re dibêjin ‘Na’.
Yildirim bang kir ku divê gel xwedîtiyê li sindoqan bikin û axaftina xwe bi dawî kir.
Piştre jî konvoy û heyetê berê xwe dan Dêrsimê.
DERSÎM
Partiyên çûn Dersimê ji aliyê gel ve li ser Sûka Binerd bi alên ‘NA’ û gulan hatin pêşwazîkirin. Heyeta ku Parlemeterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu ku li gel heyetê bû gel silav kirin û heta Qada Seyîd Riza meşiyan. Parlemeter û rêveberên partiyê li ser otobusê gel silav kirin. Destpêkê Endama GYK a EMEP Sedat Başkavak axivî û got: “Ji bo demokrasî û Tirkiyeyekî bi hêz yên dibêjin ‘erê’ qadan vala dikin û girseya xwe bi çavkaniyên civakî kom dikin. Vê jî ji bo me dihêlin. Niha em ji bo vê hişmendiyê bêjin ‘NA’.
Parlemeterê DP’ê Erdal Ataş jî bi vê destûra bingehîn dixwazin destûra 12’ê Îlonê bixin dengdanê. Aktaş diyar kir ku dixwaze hemû rayê di destê yek kesî de kom bike. Aktaş wiha got: “Di nava van polîtîkayên ku heta niha dihate meşandin, hemû partî li dijî destûra bingehîn a 12’ê Îlonê derdiket.”
Taşdemîr jî di axaftina xwe de hevşaredarê Dersimê Nûrhayat Altûn û Mehemet Alî Bûl ên girtî silav kir. Taşdemîr wiha got: “Duh Serokkomar hat evir, wisa xuya bû ku ti tişt ne qewimiye, xwe mexdur da nîşandan. 35 hevşaredarên me li girtîgehane. Em li vir Dersimê wan silav dikin. Dev ji van gotinan berdin xwe mexdûr nîşan nedin, hûn zalim in, zalim. Em baş dizanin ku ev rejîm li dijî jina ne. Ji bo wan derbasbûna navê jinê jî qedexe ye ji bo wê em ê jin ji bo rejîma serokatiyê li her cihî bêjin NA. Em jin wê di 16’ê Nîsanê de mizgîniya serkeftinê bidin ji bo wê ji niha de serketina ‘NA’ yê bi we re pîroz dikin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek jî diyar kir ku referandûma niha dixwazin bixin dengdanê nûnertiya gelan nake.
Serokwekîlê Koma HDP’ê axivî û wiha got: “Em ne hatine vir propagandaya NA yê bikin. Ji ber ku baş dizanim ku wê li Dersimê rekora NA derkeve. Em baş dizanin rêjeya dengê NA ya herî zêde ji Tirkiyeyê wê li Dersimê derkeve. Welat di rojên nexweş re derbas dibe. Em di wê baweriyê dene ku 82 milyon bi reng û cudahiya xwe ve di vê jiyan bikin. Divê gelê Dersimê mil bide milê Amedê di 16’ê Nîsanê de bi Kurdan re li Tirkiyeyê jiyanekî hevbeş dengê xwe bikar bînin.
MÊRDÎN
Kampanyayek din a 'NA' li Mêrdînê tê birêvebirin. HDP û DBP'yî di çarçoveya xebatên referandûmê de li gundên Arpatepe (Tirşehir) û Şevreşk yên girêdayî navçeya Mêrdin Artuklûyê bi gel re civiyan. Heyeta HDP û DBP'yiyan ji aliyê 7 salî heta 20 salî hemû kesan ve hatin pêşwazîkirin û gel eleqeyek mezin nîşana heyetê dan. Ji gel re belavokên di derbarê NA de belavkirin û behsa giringa referandûmê hate kirin. Welatiyan ala ku ji Kes, Sor û Zer pêktê û li ser 'NA' hatî nivîsandin û bi pankart rakirin. Li ber stranan bi heyeta HDP û DBP'ê re govend hat gerandin û dîmenên xweş derketin holê.
WAN
Li navçeya Wanê Elbakê di çarçoveya referandûmê de serdanan dikandaran hat kirin.
Koma ku di nava wan de Hevserokê HDP'ê yê Wanê Yakûp Ataş, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, Aktivîstên TJA û Rêveberên DBP'ê yên bajêr jî di nav de belavokên 'NA' belavkirin. Di serdanan de Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî axivî û wiha got: "Heta vê rojê ji gelê Elbakê ku ji sedî 94 dengan nerazîbûnên xwe nîşan dide, di 16'ê Nîsanê de bi heman şêweyî wê bersivê bide politîkayên AKP'ê."
ÊLIH
Li Êlihê xebatên ku ji bo referandûma ku di 16'ê Nîsanê de pêk were didome. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Baglar a Mêrdinê vekirina lokala hilbijartinê hat kirin. Hevseroka DBP'ê yê bajêr Nûrten Uzumcu, Hevserokê HDP'ê yê bajêr Îkram Îrgî, rêveberên HDP û DBP'ê û gelek welatî tevlî merasîma vekirinê bûn. Merasîma vekirinê rastî eleqeyek mezin a gel hat û pankartên Hevserokên HDP'ê yên ku girtî hatin rakirin û zarokan jî pankartên ku bi zimanê Kurdî û Tirkî 'NA', 'Hayir' rakirin û dirûşme qîrkirin.
Piştî govenda ku hatî gerandin, merasîma vekirina lokalê hat pêkanîn
Di merasîma vekirinê de Hevseroka DBP'ê a Êlihê Nûrten Uzumcu axivî û wiha got; "Bi Newrozê re gel bersivek bihêz da. Em weke gelê Kurd bajarên me yên hatîn xirabkirin û şewitandin û qetîlaman ji bîrnakîn. Ji bûyeran re çawe ku em di Newrozê de nerazîbûnek nîşan da bi heman hêzê emê di 16'ê Nîsanê bi hêztir bibêjin NA."