Hevdîtinên heyeta kantona Efrînê bi dawî bûn

Hevdîtinên heyeta kantona Efrînê bi dawî bûn

Heyeta Kantona Efrînê ya Rojava, hevdîtinên xwe yên li PE temam kirin. Serokwezîrê Kantona Efrînê Hêvî Mustefa têkildarî hevdîtinan got, "Dema em xweseriya demokratîk a li Efrînê ji Ewropayiyan re dibêjin, erênî dibînin.”

Heyeta Kantona Efrînê ya Rojava, ev hefteyeke li Parlamentoya Ewropa (PE) rêzehevdîtinan dike. Serokwezîrê Kantona Efrînê Hêvî Mustefa yê têkildarî hevdîtinên xwe agahî dan ANF’ê got ku bi nûnerên komên sosyalîst, çep, lîberal, kesk û muhafezekar re hevdîtin pêk anîne.

PIRSGIRÊKÊN EWLEKARIYÊ JÎ HATIN DESTGIRTIN

Mustefa got, “Bi kesên me hevdîtin pêk anî dema em behsa xweseriya demokratîk a li Kantona Efrînê dikin, erênî dibînin.” Mustefa diyar kir ku di hevdîtinan de pirsgirêkên ewlekariyê jî hatine destgirtin. Mustefa anî ziman ji wan re gotine ku li hember êrîşeke rû bide amade ne, lê di mijara çekan de hinek pirsgirêkên wan hene û eger ew bên bicihanîn wê hê rehettir bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Kantona Efrînê Suleyman Cafer jî diyar kir li bendê ne eleqeya derengmayî ya hêzên koalîsyonê, hêzên pêşverû û demokratîk ên navneteweyî nîşanî Kobanê dane, di dema wê de nîşanî Kantona Efrînê ya niha divbin tehdîda hêzên girêdayî El Qaîde ne bikin.

Cîgirê Serokwezîrê Kantona Efrînê Cîhan Muhammed jî got, “Di hevdîtinên xwe de herî zêde em li ser mijara pirsgirêkên ku çavkaniya xwe ji ambargoya Tirkiyeyê ya bi giştî li hember Rojava ye rawestiyan. Lê di rastiyê de em dixwazin bi Tirkiyeyê re pêwendiyên dostane pêş bixin.”

Muhammed diyar kir ku li Efrînê Elewî, Sunî, Êzîdî û Xiristan jî hene û ev cudatî ne pirsgirêkan berevajî dibe wesîleya yekîtiya hêz û piştevaniyê.