Hevdîtinên Demîrtaş ên li Berlînê dewam dikin
Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Demîrtaş, li Berlînê hevdîtinan dike.
Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Demîrtaş, li Berlînê hevdîtinan dike.
Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li paytexta Elmanya Berlînê bi partiyên siyasî yên Elman û derdorên demokratîk re hevdîtinan dike. Di nava heyetê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy û Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû hene.
Di hevdîtinan de mijarên; şerê li Rojava û Bakurê Kurdistanê, pirsgirêkên penaberan, têkliiyên Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê, rexne û pêşniyar hatin bilêvkirin.
Heyeta ku pêr êvarê hat Berlînê, duh dest bi bernameya xwe ya kar kir ku wê 2 rojan rojan dewam bike.
Heyetê bi Şêwirmendê Polîtîkayên Ewlekarî û Derve yê Serokwezîra Elmanya Angela Merkel Chrîstoph Heûsgen re rûnişt. Her wiha bi Berdevkê Têkiliyên Derve yê CDU/CSU Jûrgen Hardt û Andreas Nîck re hevdîtin kir. Heyetê danûstandinên xwe bi hevdîtina bi Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemîr û Serokê Parlamenta Elmanya Federal Nobert Lammer re dewam kir.
DI PANELÊ DE AXIVÎ
Demîrtaş û heyeta pê re, her wiha bi nûnerên organên çapemeniyê re rûnişt. Di dawiya bernameya roja destpêkê de Demîrtaş li Zanîngeha Hertîe School of Governance weke qiseker beşdarî panelekê bû. Di panela moderatoriya wê Dîlek Kûrban bi zimanê Îngilîzî kir de, tevî sefîrên bilind, siyasetmedar, zanyar û mirovên ji derdorê cuda 250 kes amade bûn.
KIŞANAK: ME QALA KOMKUJIYAN KIRIN
Kişanak jî bi Şaredarê berê yê Hannoverê û Serokê Rûmetî yê USLRRE Herbet Schmalstîeg û Alîkarê Sekreterê Giştî yê yekîtiya Şaredariyên Sosyal Demokrat Peter Hamon re hevdîtin kir.
Kişanak diyar kir, wan di hevdîtinê de agahî li ser êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê dane û her du şexsiyetan jî hestên xwe yên piştevaniyê ragihandine. Kişanak da zanîn, ku wê di civînên Yekîtiya Şaredariyên Sosyal Demokrat de wê komkujiyên li Kurdistanê tên kirin bibe rojev û banga hişyarî û berpirsyariyê were kirin.
HEVDÎTINA BI ALÎKARÊ SEROKWEZÎR E
Heyet wê îro jî bi Wezîrê Karên Derve yê Elmanya Frank Walter Steînmeîer û Alîkarê Serokwezîr Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat Sîgmar Gabrîel re hevdîtinê bike.
Tê payîn heyet bi Cîgira Serokê Meclîsa Federal a ji Partiya Keskan Claûdîa Roth re jî hevdîtinê bike.
Her wiha çav li rê ye Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş, di koma meclîsê ya Partiya Çep de jî baxive.