Hevdîtinên Cenevreyê bê encam ma
Hevdîtinên Cenevreyê bê encam ma
Hevdîtinên Cenevreyê bê encam ma
Hevdîtinên di navbera Îran û welatên Rojavayî de li ser bernameya nukleerî ya Tehranê ev 3 roj in li Cenevreyê dihatin kirin, bê ku li hevhatinek çêbe bi dawî bûn.
Wezîrê Karên Derve yê Îran’ê Cewat Zarîf di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtinan de diyar kir ku, di wan hevdîtinan de li hevhatinek çênebûye û daxwaz kir ku ev hevdîtin di 20’ê Mijdarê de bêne berdewam kirin.
Nûnera Karên Derve a Yekitiya Ewropayê û Berpirsa Bilind a Polîtîka Parastinê Catherine Ashton, di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di navbera Îran û hin welatan de li ser hin xalên berbiçav lihev kirinek çênebûne. Lê Ashton li ser van nêrînên dijhev zêde zanyarî neda.
Hevdîtinên ku li Cenevreyê di navbera welatên 5+1 yên wekî Emerîka, Fransa, Rusya, Birîtanya, Çîn û endamên dayîmî yên Konseya Parastinê yên Neteweyên Yekbûyîne û Elmanya jî dinav de, li ser rawestandina bernameya Uranyum ya Îranê dihatin kirin. Di hevdîtinê de Îran jî ji NY’î daxwaz dike ku ambargoyên li ser Îranê hene bên rakirin.
Îran îdia dike ku bernameya wî ya nûkleerî hemû bi niyeta sivîlvanî têne çêkirin.