Hevdîtinên bi Îranê re gelo Fransa sabote kir?
Hevdîtinên bi Îranê re gelo Fransa sabote kir?
Hevdîtinên bi Îranê re gelo Fransa sabote kir?
Hevdîtên li ser bernameya nuklerî ya Îranê yên navbera Îran û welatên Rojavayî, tevî ku hêviyên mezin afirand, bê encam bi dawî bû. Çavdêr di vê serneketinê de balê dikşînin ser rola Fransayê.
Hevdîtinên ku li Cenevreyê di navbera welatên 5+1 yên wekî Emerîka, Fransa, Rusya, Birîtanya, Çîn û endamên dayîmî yên Konseya Parastinê yên Neteweyên Yekbûyîne û Elmanya jî dinav de bi serokatiya Nûnera Karên Derve a Yekitiya Ewropayê û Berpirsa Bilind a Polîtîka Parastinê Catherine Ashton dihat meşandin, tevî ku piştre wezîrên karên derve jî beşdar bûn, bê encam man.
Di nîqaşên bi rojan dihat kirin de hêviyên mezin derketibûn holê, ku ji bo ev firsenda awerte ji dest neyê revandin. Civîn ji bo 20'ê Mijdarê de paşve hat xistin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Aragşî di daxuyaniya xwe ya roja Şemiyê de li ser hevdîtinên der barê bernameya nukleerî ya Îranê de gotibû, "Ya dê îro êvarê bi dawî bibe yan jî wê ji raûtenek din re bimîne."
Catherîne Ashton di dawiya roja sêyemîn a hevdîtinan de daxuyaniya hevpar a aliyan xwend û diyar kir ku wan sê rojan hevdîtinên çêker meşandine û got, "Gelek pêşketinên berçav derketin holê, lê belê hînê hin cudahî dewam dikin."
Ashton der heqê van cudahiyan de agahiyên berfireh neda.
Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry di nirxandina xwe ya li civînê de got, "Dilsoziya me ya bi astengkirina belavbûna çekên kîmyewî û parastina hevalbendên me dewam dike. Bi taybetî di miajra ewlekariya hevalbendên me yên li wê herêmê de mijareke gelekî krîtîk e."
Kerry diyar kir ku ew dixwazin vê baweriyê bidin û destnîşan kir ku divê Îran îspat bike ku bernameya wê ya nukleerî xwedî armancên aştiyane ye. Kerry ragihand ku karê dîplomasiyê demekê dixwaze û got, "Lê dixwazim vê jî destnîşan bikim, paceya dîplomasiyê heta demeke bêdawî vekirî namîne."
LAVROV: RILA ROLA LÎDERIYÊ YA EMERÎKAYÊ DEWAM BIKE
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov jî ji ajansa Înterfaksê peyivî û anî ziman ku divê xebatên ji bo çareseriya pirsgirêka nukleerî ya Îranê ji niha û pê ve li ser bingeha daxwazên di biryarên Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UEAK) û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de cih bigirin, werin meşandin.
Lavrov ragihand ku di muzakereyên navbera Îranê û endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî 5+1 de ji bo nêzîkatiyek guncaw a Îran karibe qebûl bike derkeve holê DYE rola lîderiyê dieyze û destnîşan kir ku ev rewş di asta heyî de xwedî girîngiyeke mezin e.
HELWESTA FRANSA Û ÎSRAÎLÊ
Diyar nebû alî çiqasî nêzî lihevkirinê ne. Lê belê daxuyaniyên Fransayê ku di dema hevdîtinan de peymaneke gengaz dixe rewşeke biguman û sekna dijber a Îsraîlê, rê li ber nerazîbûnan vekir. Serokê DYE Barack Obama bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû re axivî û hewl da fikarên wî yên der barê mijarê de çareser bike. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû peymaneke gengaz weke "xeteya sedsalê" bi nav kiribû bi temamî li dijî derketibû.
Li gorî rojnameya Le Monde, gelek çavdêr di vê serneketina hevdîtinan de balê dikşînin ser rola Fransayê. Çavdêr diyar dikin ku delegasyona Fransayê gelek caran mafê axaftinê wergirtiye û di nuqteyên mijarê asê dike de, israr kiriye.
Wezîrê Karên Devre yê Fransayê Laûrent Fabîûs dabû xuyakirin ku rewşa heyî ya Îranê ji wan re nabe bersiv û gotibû, "Emê nebin perçeyek ji vê peymana hişsivik." Fabîûs roja Şemiyê ji radyoya Înter a Fransayê re peyivîbû û gotibû, "Li holê metneke dawînî ya em qebûl nakin heye." Fabîûs ragihandibû ku hin nuqteyen ew pê qanih nebûne hene û bal kişandibû ser pirsgirêka dewlemendkirina ûranyûmê û reaktora Arak'ê.
Hêjayî gotinê ye, Fransa di biserneketina hevdîtinên 2003-2004'an de jî bûbû aktorê bingehîn. Di hevdîtiNên ji bo rawestandina xebatên dewlemendkirina ûranyûmê yên Îranê de Fransî timî hewl didina "asta peymanê bilindtir" bikin.