Hevdîtinên aştiyê yên Kolombiyayê wê ji nû ve destpê bikin
Hevdîtinên aştiyê yên Kolombiyayê wê ji nû ve destpê bikin
Hevdîtinên aştiyê yên Kolombiyayê wê ji nû ve destpê bikin
Muzakereyên di navbera hikûmeta Kolombiya û FARC’ê de wê ji nû ve destpê bike. FARC’ê daxuyanî da ku wê general û dîlên din ên di destê xwe de dê berdin û li ser vê tê gotin ku ew ê xitimîna muzakereyan çareser bike.
Hevdîtinên aştiyê yên di navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) û hikûmetê li paytexta Havana ya Kubayê berdewam dikir û roja Yekşemê hatibû sekinandin. Serokdewlet Juan Manuel Santos girtina generalekî ya ji aliyê FARC’ê ve hincet nîşan dabû û gotibû wan ji ber vê hevdîtinên aştiyê daye sekinandin.
Santos got ku ji bo ku muzakere ji nû ve bên destpêkirin divê generalê dîl hatiye girtin Ruben Darîo Alzate û du leşkerên li gel wî dîl hatine girtin bên berdan.
FARC’ê jî di rojên buhrî de diyar kir ku wê generalên ku serbest berdabana teslîmî Komîteya Xaçasor a Navneteweyî bikin. FARC 5 kesên di destê wan de wê li herêma Arauca teslîm bikin.
FARC’ê der barê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku lîderê ku muzakereyên FARC’ê dimeşîne Pablo Catatumbo (Jorge Torres) jî diyar kiriye ku dîlgirtina general û leşkeran encama ku hikûmetê bersiv nedaya agirbesta du alî pêk hatiye.
Catatubo ji radyoya RCN ya Kubayê re axivî. Serokdewlet Jauan Manuel Santos jî daxuyaniyek ku Catatumbo mafdar derdixe dabû. Santos li gel ku pevçûnan berdewam dikirin de agirbesta du alî qebûl nekiribû. Tê îdîakirin ku hikûmeta Kolombiyayê ji bo muzakereyan dereng bixe û dîsa wek leşkerî xwe bi hêz bike, dixwaze demê qezenc bike.