'Hevdîtinê nîşan da ku li pêşiya rakirina tecrîdê astengî nîne'

HDP'ê destnîşan kir ku pêkhatina hevdîtina 2'ê Gulanê nîşan dide, li pêşiya bidawîkirina tecrîdê ti astengî nîne û bang kir, ku tecrîd bi temamî bi dawî bibe û di vê mijarê de garantî bê dayin.

Encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku 11'ê Gulanê li Enqereyê bi rengekî awarte pêk hat, hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de hate ragihandin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê, rojiya mirinê û betalkirina hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê hatine nirxandin.

Işaret bi grevên birçîbûnê, rojiya mirinê û çalakiyên li dijî tecrîdê hate kirin û hate bibîrxistin, 2'ê Gulanê parêzeran muwekîlê xwe Ocalan dîtine.

Di encamnameyê de hate gotin, "Em vê hevdîtinê weke gaveke derengmayî, lê girîn û erênî dibînin. Vê hevdîtinê nîşan da ku ji bo bidawîkirina tecrîdê ti astengiyeke qanûnî û destûra bingehîn nîne. Em bang li Wezîrê Edaletê û hikumetê dikin ku vê gava erênî bidomînin û dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin. Divê astengiyên siyasî yên li pêşiya hevdîtinên rêkûpêk ên Birêz Ocalan û hevalên wî yên bi parêzer û malbatên xwe re bên bidawîkirin. Divê tecrîda ku heta niha bi rengekî li dijî hiqûqê hate meşandin ji holê bê rakirin, garantî bê dayin û bi vî rengî pêşî li bidawîbûna grevên birçîbûnê û rojiya mirinê were vekirin."

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û hate gotin, "Mirovên ku li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê 8'ê Mijdarê bedena xwe dan ber birçîbûn û mirinê, rewşa wan gelekî krîtîk e. Em bang li raya giştî ya demokratîk a Tirkiye û navneteweyî dikin, ku ji bo bidawîkirina vî sûcê li dijî mirovahiyê bikevin nava hewldanan. Em bang dikin ku bibin dengê dayikan ên ji bo parastina jiyana zarokên xwe dadikevin kolanan û dibin hedefa êrîşan."