Hevdîtina parêzaran dîsa hate asteng kirin

Hevdîtina parêzaran dîsa hate asteng kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bîne serî li dozgeriyê dan. Lê dîsa bi hinceta keştî "xerabe" ye destûr nedan parêzeran.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan. Lê dozeriyê bi hinceta keştî "xerabe" serlêdana parêzeran red kir û hevdîtîn carek din hate astengkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Parêzer 531 rojin nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Ocalan re hevditin pêk bînin. Parêzeran heta niha ji bo hevdîtinê 148 caran serî li dozgeran da, lê her tim bi hinceta keştî xerabe ye, muxalefeta hewayê heye hatin astengkirin.