Hevdîtina parêzaran a bi Ocalan re cara 773’an jî hate redkirin

Serlêdana hevdîtinê ya parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê cara 773’an hate redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Fûat Coşacak ji bo bi muwekîlê xer re hevdîtinê bikin, cara 773’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serdozgeriyê daxwaza hevdîtinê ya parêzerên cara 773’yemîn red kir.

Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 773 caran serlêdan kirin û serledanên wan her dem bi sedema “muxalefeta hewayê", “keştî xerabe ye", “keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” heye tê asteng kirin.