Hevdîtina malbatê ya bi Ocalan re dîsa hate redkirin

Daxwaza hevdîtinê ya malbatê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û sê girtiyên din ên li Girava Îmraliyê cara 85’an jî hate redkirin.

Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li Girava Îmraliyê tên girtin re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Serdozgeriyê bi heman hincetan serlêdan red kir.

Malbatan ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 85 caran serî li dozgeriyê dan, lê belê serdozgerî her carê bi heman hincetan serlêdanê red dike.