Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate asteng kirin
Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate asteng kirin
Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate asteng kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê yê Bûrsayê dan, lê dîsa rastî astengiya 'Keştî xerabe ye' hatin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlûm Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa wekî gelek hefteyan serlêdana parêzeran bi hinceta "keştî xirabe ye" hat redkirin û destûr nehat dayîn ku parêzer biçin Îmraliyê.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 624 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê rojê heya niha serlêdana parêzeran bi hincetên "rewşa hewayî", "keştî xirabe ye" û "keştî di tehmîrê de ye" hevdîtin tên astengkirin.