Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin ku bi muwekîlê xwe re hev bibînin lê ev daxwaza cara 710’an ji hêla Serdozgeriya Komara Bûrsayê ve hate redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin ku bi muwekîlê xwe re hev bibînin lê ev daxwaza cara 710’an ji hêla Serdozgeriya Komara Bûrsayê ve hate redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Serbay Koklu û Cengîz Çîçek diyar kirin, serlêdana wan a li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê nehatiye qebûlkirin.
Serdozgeriyê Qanûna Tevdîra Ceza û Ewlehiyê ya Derbarê Înfazê ya bi Nimroya 5275’an hincet nîşan da û serlêdana parêzeran qebûl nekir.
Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ev bû cara 710’An ku bi hinceta ‘astengiya hewayê’, ‘koster xirabe ye’, ‘koster tê tamîrkirin’ û ‘Rewşa Awarte’ tê astengkirin.