Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate astengkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan, lê dîsa rastî astengiya 'Keştî xerabe ye' hatin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa wekî gelek hefteyan serlêdana parêzeran bi hinceta "kêştî xirabe ye" hat redkirin û destûr nehat dayîn ku parêzer biçin Îmraliyê.

Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 617 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê rojê heya niha serlêdana parêzeran bi hincetên "rewşa hewayî", "kêştî xirabe ye" û "kêştî di temîrê de ye" 172 carin tên astengkirin.