Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate asteng kirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate asteng kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan. Lê dozgeriyê dîsa serdana parêzeran bi hinceta "Keştî xerabe ye" serdana parêzeran red kir. 

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa dozgeriya komarê serledana parêzeran bi hinceta "Keştî xerabe ye" red kir. Duh malbatên girtiyên endamên PKK'ê Cumalî Karsu, Şeyhmus Poyraz û Hasbî Aydemir ku di girtîgeha Ocalan jî têde dimîne ji bo bi zarokên xwe re hevditinê bikin çûn Îmraliyê û vegeriyan. 

Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 552 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 154 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li daredaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.