Hevdîtina bi Ocalan re careke din hate red kirin

Hevdîtina bi Ocalan re careke din hate red kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo bimuwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn û serlêdan bi hinceta “keştî xirabe ye” careke din hate redkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Mehmet Dewran Devrîm ji bo bimuwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêkbînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn û serlêdan hate redkirin. Li ser serlêdanê îdareya girtîgehê ji parêzeran re got, “keştî xirabe ye” û dê hevdîtin pêkneyê.

Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nikarin bimuwekîlê xwe re hevdîtinê pêkbînin. Her serlêdanê bi hincetên weke “keştî xirabe ye”, “keştî rêkirine tehmîrê, ji tehmîrê hat lê ewraq kêmin”, “muxalefeta hewayê” û “betlaneya fermî” têne astengkirin.