Hevdîtina BDP’ê û Cemîl Çîçek destpê kir

Hevdîtina BDP’ê û Cemîl Çîçek destpê kir

Serdana Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek a ji bo xebatên destûra bingehîn a nû destpê kirin. Civîna Çîçek a bi BDP’ê destpê kir.

Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek ji bo xebatên destûra Bîngehîn ku berî niha ji ber pêşniyara AKP’ê ya şêwazê birêvebirina Tirkiyeyê wek “Pergala Serokatiya” biguhere xitimî bû careke din da destpêkirin û bi serokên partiyan re dest bi hevdîtinan kir.

Çîçek ku destpêkê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re rûnişt, niha jî bi heyeta BDP’ê re dest bi hevdîtinê kiriye. Di hevdîtinê de Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan jî amade ye. Çîçek, wê paşê bi Serokê Giştî yê CHP’ê re rûne.

Hevdîtina dawî ya Çîçek wê bi Serokwezîr Erdogan re çêbibe. Tê gotin ku ew hevdîtin jî wê sibê saet 13.30'an de li Avahiya Fermî ya Serokwezirtiyê pêk were.