LEZGÎN

Hevdîtin bi Rêber Apo re çêbû

Piştî 43 mehan Rêber Apo yekemcar li Îmraliyê bi Omer Ocalan re hevdîtin kir.

RÊBER APO

Rêber Apo piştî 44 mehan bi biraziyê xwe Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan re hevdîtin kir.

Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da. Omer Ocalan got, "Hevdîtina herî dawî ya rû bi rû bi Birêz Abdullah Ocalan re hate kirin 3'ê Adara 2020'î bû. Weke malbat piştî bi salan, di 23'ê Cotmeha 2024'an de me bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Ev hevdîtina mablatê ya rûtîn ku mafekî qanûnî ye, şert û merc çi dibin bila bibin em dixwazin dewam bike."