Hevalên wê dê ji bo Hozan Mizgîn bistirên!
Hevalên wê dê ji bo Hozan Mizgîn bistirên!
Hevalên wê dê ji bo Hozan Mizgîn bistirên!
Hunermend Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) di 21. Salvegera ji destdayîna jiyana xwe de, tê bîranîn.
Bi wesîleya bîranîna Hozan Mizgîn, Yekitiya Hunermendên Jin ên Mezopotamyayê, li bajarê Elmanya Kolnê konserekê lidar dixin.
Konsera bîranînê, dê li „Arkadaş Theater“ pêk were û hunermendên hevalên Hozan Mizgîn, Sosin, Şengul Pak, Xelîl Xemgîn, Seyidxan, Diyar û Peywan Arjîn derkevin ser dikê.
Der heqê mijarê de, Yekitiya Hunermendên Jin ên Mezopotamyayê daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ser rola Hozan Mizgîn a di pêşketina çanda Kurdî de.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin; „Ew bûye, ziman, stran û nefesa hezar salan a Kurdan. Bûye raperîn û vîna gelê Kurd a teslîm nayê girtin. Ev rastî bi jiyana xwe nîşan daye. Eger îro bi hezaran jin têkoşîna azadiyê dimeşînin, ev bi xêra Mizgîn û hevalên wê ye.“
Yekitiya Hunermendên Jin di daxuyaniya xwe de bang li herkesî kir ku beşdarî konsera bîranînê bibin.
Konser wê li taxa Ehrenfeld a bajarê Kolnê li vê navnîşanê pêk were:
Cih: Arkadaş Theater
Navnîşan: Platenstr. 32
Saet: 17:00