Heta komkujî ronî nebe ji Fransayê re rehetî tune’
Heta komkujî ronî nebe ji Fransayê re rehetî tune’
Heta komkujî ronî nebe ji Fransayê re rehetî tune’
Jinên kurd û tirk yên li Swêdê dijîn, diyar kirin ku heta komkujiya Parîsê ronî nebe dê têkoşîna xwe bidomînin. Jin li ber balyozxaneya Franse ya Stockholmê xwepêşendanan pêk tînin, dimeşin û daxwaz dikin ku jerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylez aşkera bibin.
Lêgerîna edaletê ya jinên kurd û tirk duh jî berdewam kir. Komeleya Jinan a Kurd ya Amara û Însiyatîfa Aştiyê ya Jinên kurd û tirk çûn seferatxaneya Fransayê û xwestin kujerên hersê jinên kurd bên dîtin.
Cigirê şefê mîsyon yê balyozxaneyê mezin Olîver Guerot bi jinên kurd û tirk re hevdîtin kir. Jinan diyar kir ku Cansiz, Dogan û Şaylemez bo tevgera kurd gelek girîng bûn û ji bo têkoşîn azadiyê dan hatin qetilkirin. Jinan got ew komkujiyê wek sabotajê dibînin û got bila demildest aşkera bibe.
Guerot jî got ku ew girîngiya her sê jinên kurd ya li cem kurdan dizane û got ew daxwaza wan fêm dike, ji bo ronîkirinê jî xebat dimeşin.
Li ser navê heyetê endama lijneya Rêveberiya Komeleya Jinana Kurd ya Amara Ferah Bozcali got ew pêşveçûnan ji nêz ve dişopînin û got ligel ku ser bûyerê re 4 meh derbas bû bûyer nehat ronîkirin. Heyetê dosyaya ku amadekiribûn dan Guerot.
Bozcali ji ANF’ê re axivî û got Fransa berprisên sereke vedişêre û got heta bûyer ronî nebe dê lêgerîna wan bidome. Bozcali got jinên li Swêdê dijî bila bi awayekî aktîf tevli pêvajoyê bibin û bang kir ku jin bila tevli civîna wan ya 21’ê Nîsanê bibin.