Hestiyên şehîda YPS’ê piştî 7 salan radestî malbatê hate kirin
Hestiyên Bahar Goktekîn ku li Nisêbînê hat qetilkirin, piştî 7 salan radestî malbata wê hate kirin.
Hestiyên Bahar Goktekîn ku li Nisêbînê hat qetilkirin, piştî 7 salan radestî malbata wê hate kirin.
Hestiyên endama YPS’ê Bahar Goktekîn ku di Nîsana 2016’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dema êrîşên qirkirinê dewam dikir, di şerekî de şehîd bû, piştî 7 salan radestî malbata wê hat kirin.
Malbata Goktekîn ji bo cenazeyê werbigirin di Tîrmeha 2016’an de ji gundê Karamûsê ya navçeya Farqîn a Amedê hatin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û nimûneya DNA’yê ji malbatê girtin.
Malbatê piştre ji bo cenazeyê zaroka xwe werbigire 3 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê da, lê tu encam negirtin.
Rayedaran piştî 7 salan xwe gihandin malbatê û diyar kirin ku nimûneya DNA'yê hevgirtine û dikarin cenazeyê Goktekîn ku li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hatiye veşartin bigirin.
Malbat hefteya borî hatin navenda bajêr, lê bi hinceta ku prosedur temam nebûne cenaze radestî malbate nehate kirin.
Careke xwe gihandin malbatê gotin ku dikarin cenazeyê xwe wergbigirin. Li ser vê yekê malbat hat goristanê û hestiyên zarokên xwe wergirt. Malbata ku ber bi gundê xwe ve bi rê ket, di ketina gund de ji aliyê rêveberên MEBYA-DER’ê û gel ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî wecîbeyên olî hestiyên Goktekîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin” hat veşartin.
Hevserokê MEBYA-DER'ê Mehmet Emîn Kiliç ku li goristanê axaftinek kin kir, diyar kir ku pêvajoyên pevçûnan ên ji ber pirsgirêka Kurd dibe sedem ku ciwan jiyana xwe ji dest bidin û heta ev pirsgirêk çareser bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.