Hestiyên ku malbatên TAYAD’î dîtin tên lêkolînkirin

Hestiyên ku malbatên TAYAD’î dîtin tên lêkolînkirin

Malbatên TAYADî li cihê ku dihate giton ku Ayhan Efeoglû yê ku sala 1992yê hatiye windakirin lê hatiye veşartin, dest bi kolandinê kirin û di encamê de hestî û kincên mirovan dîtin. Saziya Tiba Edlî li ser hestiyên hatine dîtin lêkolîn dike. Li gorî hin agahiyan pisporên tiba edlî dibêjin ku hestî yên mirovan in.

Her çendî cihê ku ji aliyê polîsê berê yê tevgera taybet Ayhan Çarkin destnîşan kiribû, lê dozgerê dest bi xebateke berfireh nekir. Li hemberî vê yekê malbatên TAYADî roja şemiyê hin parçeyên kincan û hestî dîtin û dan Serdozgeriya Komarê ya Çerkezkoya Stenbolê.

Hate diyarkirin ku serdozgerî mijarê lêkolîn dike û ji bo bizane hestî yên mirovan in an na, hestiyan şandine Saziya Tiba Edlî. Ger hestî yên mirovan bin, dozgerî dê dest kolandina herêmê bike.

Ji parêzerên Buroya Huqûqê ya Gel Ebrû Tîmtîk derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Niha tişta ku divê dewlet bike, divê ji serî heta binê vê herêmê bikole. Ji bo vê yekê pêwîstî bi derfetên teknîkê heye.”