Hestiyê gerîla di nav qutiyekê de teslîmî malbatê kirin

Dewleta Tirk hestiyê gerîlayekî ku di sala 2020’an de şehîd ketiye, bi awayekî dermirovî di qutiyekê de teslîmî malbata wî kir.

Gerîlayê HPG’ê Yilmaz Uzun (Tolhildan Tekman) di sala 2020’an de li Sêrtê di êrîşa hewayî de tevî 5 hevalên xwe şehîd bûbû.

Malbatê heman salê ji bo teşhîsa gerîla Uzun, nimûneya xwînê dabû û encam diyar bûbû. Li gel vê jî cenazeyê gerîla bi darê zorê li Goristana Bêkesan hatibû veşartin.

Hestiyên gerîla Uzun piştî şehadeta wî 3 sal şûnde di qutiyekê de radestî malbata wî hate kirin.

Bavê wî Îbrahîm Uzun ê ku neçar ma hestiyên kurê xwe di qutiyê de werbigire got, “Kurê min di sala 2020’an de jiyana xwe ji dest da. Ez wê demê hatim Sêrtê û min nimûneya xwînê da. Her çend di sala 2021’an de encam derketin jî me agahdar nekirine. Paşê me daxwaznameyeke din pêşkêş kir. Cenaze radestî me kirin."

Malbatê qutika ku hestiyên kurê wan tê de wergirt û ber bi navçeya Tatosê ya Erziromê bi rê ketin.

Cenaze wê li Taxa Bastok a navçeya Tatosê were veşartin. Hate hînbûn ku leşkeran beriya veşartinê zext li muxtar û mela kirine. Hat ragihandin ku gazî muxtar hatiye kirin û nimêja cenaze ya li camiyê qedexe kirine.

Dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk êrîşî cenazeyên gerîlayan û goristanan dike.

Agît Îpek ê ku di sala 2010'an de tevlî nava refên HPG'ê bû, di sala 2017'an de di pevçûnekê de şehîd bû û malbata wê 3 salan li benda encamên DNA'yê mabû. Hestiyên gerîlayê bi navê Agît Îpek di Nîsana 2020’an de li Edliyeya Amedê teslîmî malbatê hatibû kirin. Dayika wî Halîse Aksoy wê rojê gotibû, "Ez li benda dosyeyekê bûm lê pakêta li erdê nîşanî min dan û gotin ‘Hestî hatine’ Ez şaş mam. Hestiyên kurê min bi PTT Kargo şandine. Bi îmzeyê bi pakêt wergirt û bi wesayîtê çûm malê.”