Hesen: Li Efrînê ruhê yekîtiya neteweyî derkete holê

Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen li civîneke gel a li paytexta Elmanya Berlînê axivî û diyar kir ku di berxwedana Efrînê de ruhê yekîtiya neteweyî derketiye holê.

Li salona konferansê ya Weqfa Rosa Luksemburg a li paytexta Elmanya Berlînê, bi mijara rewşa Rojavayê Kurdistanê û bûyerên li Sûriyeyê diqewimin civîneke gel hate organîzekirin. Hevserokê PDY'ê Şahoz Hesen weke qiseker tevlî civînê bû. Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Elmanyayê Dr. Mesûd Hesen û ji Nûnerên PYD'ê yên li Berlînê Leyla Ehmed jî di civînê de amade bûn.

Girseyeke qelebalix a ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî civînê bû. Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen bi gotina, "Ez gelê me yê li Ewropayê ji ber berxwedana xwe ya ji bo Efrînê silav dikim" dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ji roja destpêkê ya êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê û vir ve gelê Kurd ê li Ewropayê li ser piyan e.

Hesen bi bîr xist ku niha li Sûriyeyê Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime û ev nirxandin kir: "Hemû hêz di vî şerî de hene û her kes xwedî planekê ye. Me jî destpêkê xwe bi rêxistin kirin û gotin ku em ê ji bo demokrasiya gelan bixebitin. Bi dîrektîfên Rêber Apo me giranî dan ser hêza xwe parastinê û dest bi amadekariyên xwe kirin. Bi rêya vê hêza xwe ya parastinê me pêşî li gelek planên li dijî xwe girt.

Dewleta Tirk ev du sal in plana dagirkirina Efrînê dikir. Eşkere ye ku ev plan ne tenê li ser Efrînê ye. Planeke stratejîk a dewleta Tirk e ku li dijî Kurdan siyaseta dijminatiyê dike. Êrîşên çeteyan ên li dijî Serêkanî û Kobanê jî beşek ji vê planê bûn. Li Efrînê berxwedaneke bêhempa hate kirin.

Beriya dagirkirina navenda Efrînê du rojan bomberdûmaneke giran hate kirin û gleek sivîl hatin kuştin. Bombe li nexweşxaneyê jî barandin. Lê tevî vê yekê jî cîhan bêdeng ma. Em gihîştin wê encamê ku eger gelê sivîl li Efrînê bimîne wê komkujiyên mezin li wan bên kirin û ji ber vê yekê me biryar dan ku navenda bajêr vala bikin. Ji xwe bi nebûna gel re, bi rêya komên biçûk berxwedan dihate kirin. Me jî hewl dan vê yekê bikin."

'GELÊ BAŞÛR DIBÊJE; ROJAVA YEKANE HÊVIYA ME YE'

Hevserokê PYD'ê Hesen işaret bi têkiliyên desthilatdariya Erdogan ên bi DYA û Rûsyayê re kir û got, "Nebêjin Erdogan di nava van her du hêzan de xweş dilîze. Dibe ku di navbera herduyan de bimîne û bieciqe. Hesabên Rûsyayê li herêmê hebûn. Piştî ku Reqa û Dêra Zor ketin destê QSD'ê, wan jî hewl dan di ser Efrînê re me bitirsînin."

Hesen di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di pêvajoya berxwedana Efrînê de li Kurdistanê ruhê yekîtiya neteweyî derkete holê û got, ji niha û pê ve jî divê karên ji bo yekîtiya neteweyî bi xurtî bidomin. Hesen diyar kir, berxwedana li Rojavayê Kurdistanê bandor li hemû parçeyan kiriye û wiha dewam kir: "Mînak; gelê Başûrê Kurdistanê, siyasetmedar û pêşmergeyên Başûrî bi rengekî vekirî ji me re dibêjin, 'Rojava îro yekane hêviya Kurdan e'."

Hevserokê PYD'ê da xuyakirin ku ew amade ne bi her awayî destekê bidin kongreyeke neteweyî ya Kurdan û got, "Divê em pişta xwe nespêrin ti hêzê û berxwedana xwe bidomînin."

Civîna gel bi pirsên beşdaran û bersiva ji bo van pirsan qediya.