Hêrsa ciwanan a li Îzmîr û Aydinê naqede!

Ciwanan li Îzmîr û Aydinê, girtina parlamenteran şermezar kirin, rê li trafîkê girtin û agir dadan.

Ciwanan li Îzmîr û Aydinê, girtina parlamenteran şermezar kirin, rê li trafîkê girtin û agir dadan.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê, ciwan nîvê şevê li semtên Kadîfekale, Çîmentepe, Goksû, Gedîz, Yamanlar û Lîmontepeyê daketin kolanan û meşiyan. Meşa ciwanan heta derengiya şevê dewam kir. Ciwanan piştre li semtên Kadîfekale, Çîmentepe, Yamanlar û Lîmontepeyê, rê li trafîkê girtin û agir dadan. Polîsên Tirk hatin cihê bûyerê û ji ber êrîşa polîsan şer derket. Ciwanan dest bi xweparastinê kirin. Li vê derê wesayîtên polîsan zerar dîtin û otobusek jî hat şewitandin.

AYDIN

Li taxa Ovaeymîr a navçeya Efeler a Aydinê, ciwanan rê li trafîkê girtin û lastîk li ser rê şewitandin. Ji ber êrîşa polîsan li vir jî şer derket. Ji bo polîs nekevin taxê, ciwan heta derengiya şevê li ber xwe dan. Piştre polîsan avêtin ser hin malan û 7 zarok binçav kirin.