Herî dawî doz li polîsê tecawizkar hat vekirin

Herî dawî doz li polîsê tecawizkar hat vekirin

Zaroka keç a bi navê Ş.N.B ya 14 salî ku ji aliyê polîs Yakup Bagraç ve hate revandin û bi mehra olî pêre zewicî bi mehan tecawizê wî wê kir. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Geverê ve di 6’ê Îlona 2014’an de doz hat vekirin û ji bo Bagraç ji 8 salan û heta 15 salan ceza hat xwestin. Cara yekemîn ANF’ê nûçeyek der barê mijarê de bi ser navê ‘Çima li polîsê tecawizkar doz nayê vekirin’  weşand û di vê nûçeyê de Ş.N.B gotibû; “Bi çekê ez tehdît dikim û bi min re diket têkiliya zayendî.

Ş.N.B ya 14 salî li Çerkezkoy a Tekîrdagê bi dayika xwe re dima, 6’ê Gulana 2013’an de polîsê bi navê Yakup Bagraç yê 30 salî nas kir û jiyana wê serobino bû. Ş.N.B hate xapandin û di bi navê mehra olî de bi heman rastî tecawizê hat. Bagraç li gel ku dizanîbû temenê wê biçûk e mehra olî kir û tecawiz rewa kir. Her wiha hebûna dayik û keçikê jî bo xwe bi kar anîbû. Dayika keçikê diyar kir ku daxwaza wê ji bo vî karî tune û ji amîrî wî Suat Dogan yên li Geverê daxwaz kir ku lêpirsîna îdarî bê vekirin. lê ev daxwaz hat redkirin. 

BI ÇEKÊ EZ TEHDÎT KIRIM

Ş.N.B. tiştên jiyabû wiha vegot: “Yakup xwest bi min re bikeve têkiliya zayendî. Min got heta mehra fermî tiştek wisa nabe. Lê li odeyê destê min girt û çek da serê min û got ger tu deng bikî ez ê te bikujim. Bi min re bi zorê ket têkiliya zayendî. Tiştên qirêj bi min kir. Roja din dayika min ez dîtim. Min ji dayika xwe re derew kir û min got ez bi daxwaza xwe ketime têkiliya zayendî. Ez berê neketibûm têkiliya zayendî. Piştre li Çerkezkoyê ez bi wî re gelek caran ketim têkiliya zayendî."

DAXWAZA 16 SAL CEZA

Ş.N.B diyar kir ku ducanî maye û ji ber stresê bebek ketiye. Li gel ku Ş.N.B der barê Bagraç de gilî kir û der barê xerabûna tenduristiya ruhê xwe de ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê rapor girtiye jî, dozgerê Komarê yê Geverê der barê polîs de doz venekiriye. Di encama hewldanên Parêzer Eren Keskîn û Dîlber Uzunkopru de 9 meh şûnde di 6’ê Îlonê de doz hat vekirin û der barê Bagraç de doz hat vekirin û ji ber îstîsmara zayendî ya zarokê 16 sal ceza tê xwestin.

DOZ GELEK DERENG MA

Parêzer Eren Keskîn got muwekîla wê hem rastî îstîsmarê hatiye û hem jî ji hemû hebûna xwe bûne û wiha berdewam kir: “Niha dayik û keçik malek wan a ku biçin jî tune. Niha doz li Bagraç hat vekirin. Hinek dereng bû lê baş e. Di vir de tecawizeke demdirêj a li ser zarokê heye. li gel vê dereng ket. Di pergala hiqûqa Tirk de feraseta serdest ya mêr heye.”