‘Her sala dîroka PKK’ê berxwedaneke efsûniye’

‘Her sala dîroka PKK’ê berxwedaneke efsûniye’

Fermandariya Bîryargeha Navenda Parastina Gel der barê 35’emîn salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da û got: “Bila 35’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li hemû gel û mirovahiyê pîroz be. Ji avabûna PKK’ê heta niha niha sal bi sal efsûnek hatiye jiyîn. Em 36’emîn salvegera partiya xwe, di esasa Projeya Kurkirin û Sazkirina ji Nûve, xwe ji nûve bi hêzeke mezin xwe nû dikin û bi Rêber Apo re dê ji bo azadiya gelê xwe bibin xelek.

Fermandariya Bîryargeha Parastina Gel, bi wesîleya 35’emîn salvgera PKK’ê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rastiya PKK’ê rastiya şehîdane.  Bê guman yên ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê anîne vê rojê ruhê fedayî yê Apocî yê ku şehîdên me dane jiyanê ye. Ji ber vê em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîrtînin.

 Em ji Haki, Mazlum, Kemal heta Hayriyan, ji Egîd, Zîlan, Viyan, Şîlan, Erdal, Adil, Nûda, Rustem, Xebat, Huseyin, Rojîn, Mehmet, Kerim, Reşit heta Sarayan hemû şehîdên xwe bi hurmet û rêz bibîrtînin. Em ji bo bîranîna şehîdên xwe yên bi rumet soza xwe dubare dikin ku dê têkoşîn azadiy hemû gelên bindest û welatê xwe dê bibin serkeftinê. Damezrandina  PKK’ê mudaxaleyeke li dijî zext, zor û mêtîngeriya ku li dijî gelê kurd pêk hatiye.

Fermandariyê da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bi kedeke mezin PKK’ê kir partiyeke pêşeng û ji bo gelê kurd ku di nava xeta hebûn û tunebûnê de mabû riya jiyan û hebûnê vekir û gelê kurdî careke din derxist ser sahneya dîrokê. Di bedewamiyê de wiha hate gotin: “Gelê kurd ku li dora berxwedan û xeta PKK’ê bû yek,  hişmendî û cesareta têkoşînê qezenc kiriye. Gelê ku ku bê ziman, ker û kor hatibû hiştin û koletiya herî mezindijiyan, bi PKK’ê re ronî bû, morel, ahlaq û îradeya şer qezenc kir û vê jî bi tena serê xwe rê li ber şoreşa civakî vekir. jin, mêr, ciwan, kal, pîr hemû gelê kurd bi têkoşînê re bûn yek û xwe nas kirine. Li dora PKK’ê bûn exelek û di encama têkoşîna 35 salan de îro li herêmê bûne aktorek mezin.

Îro gelê kurd bi pêngavên bawer dimeşin azadiyê.  Îro serkeftinû qezencên li Rojava jî mînaka herî berbiçav e. Xuyaye ku PKK ne rêxistineke klasîke. Bi sekn, felsefe û ruhê xwe gihiştiye vê astê. PKK ji roja ku hatiye avakirin berxwedaneke efsûnî nîşan da ye. Ji bo rizgariya gelê kurd efsûnên rizgariyê nivîsandiye.”

Her wiha di daxuyaniyê de diyar kir ku PKK hêza herî dînamîk ya guherîna civakê ye û PKK li dijî her polîtîkayên koletî, kujer, qikirin û înkarê di her şert û mercî de  têkoşîn meşandiye û berxwe daye. daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ligel nebûna derfetan berxwedanek mezin daye.  carekê soz hatiye dayîn. Ji bilî vê tu ferzkirin û jiyanek din nayê qebûl kirin. Em wek HPG’ê ji her demê bi hêztir biyaryara serkeftinê dijîn.  Di 36’emîn salvgera partiya xwe de em di esasa Projeya Berxwedan û Sazbûna Ji nûve, xwe ji nûve bi hêzeke mezin nû dikin û ji bo azadiya gelê xwe û rêber Apo dibin xelek. Em dê bi hemû hêza xwe peywira xwe ya demî bînin cih û salvegera partiya xwe carek din pîroz dikin.”